Di êrişên DAIŞ’ê de leşkerekî Şamê û şivanek hatin kuştin

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê û başûrê Tedmûrê di encama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de  leşkerekî hikûmeta Şamê û şivanek hatin kuştin. Li bejahiya Humisê jî di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên Şamê de şer derket.

Di êrişên  DAIŞ’ê de leşkerekî Şamê û şivanek hatin kuştin
8 ÇILE, 2024   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê êrîşê leşkerên Hikûmeta Şamê kirin. Di êrîşê de leşkerekî Firqeya 4’an a hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li herêma Kom a bakurê bajarê Suxne yê gundewarê rojhilatê Humisê jî êrîşî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê kirine. Di navbera çeteyên DAIŞ û hêzên Şamê de şer derket, lê agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Li SOHR’’ê li herêma Bedî ya başûrê bajarê Tedmurê jî çeteyên DAIŞ’ê êrişî şivanan kir. Di encamê de şivanek hat kuştin, yek hat revandin û derdora 100 pez telef bûn.

(bb)