Şêx û rûspiyên eşîrên Girê Spî banga hilweşîna Meclisa Xwecih kir

Eşîrên kantona Girê Spî ya dagirkirî bi daxuyaniyekê banga guhartin û helandina Meclisa Xwecih a Girê Spî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker kir ku tê de gendelî heye û fitneyan derdixe.

Şêx û rûspiyên eşîrên Girê Spî banga hilweşîna Meclisa Xwecih kir
27 adar, 2024   23:38
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyekî xwecih ji kantona Girê Spî ya dagirkirî, tevahî şêx û rûspiyên eşîrên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de li kantona Girê Spî li ser peyamê îmze kir û banga guhartina Meclisa Xwecih a Girê Spî ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker kir, di serî de guhartina serokê meclisê Salih Hac Ebdullah û cîgirê wî Subhî El Sukir kir.

Ji eşîrên li ser peyamê îmze kirine, eşîra Begara, Meşhor, Elbo Esaf, El Neîm, El Tirkmen.

Çavkanî diyar kir ku şêx û rûs»iyên eşîrên ên îmze kirine, karên meclisê li ser hesabê gel ji bo xwe dixebitin, bi wê re rewşa debar û aboriyê krîztir dibe, her wiha di nava şêniyên herêmê de finteyan derdixin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di 9ˊê Cotmeha 2019ˊan de piştî êrişeke hovane ku di encamê de zêdetirî 100 kesî hatin koçberkirin, kantona Girê Spî dagir kir. Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê mal û milkên welatiyan desteser kirin, li dijî şêniyên mayî qetilkirin, revandin û dizî bi kar anîn.

(fr)

ANHA