Di çalakiya YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma rojavayê Zapê di çalakiyeke YJA Starê da 1 Dagirker hate kuştin di heman demê de kamerayek mobese, mevzî û çeperên dijmin hatin îmhakirin

Di çalakiya YJA Starê de dagirkerek hate cezakirin
1 tebax 2024   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeran dewam dikin, li rojavayê Zapê dagirkerek hatiye cezakirin, derb li çeperekê hatiye xistin û dest li liv û tevgera helîkopteran hatiye werdan.

Li gorî daxuyaniyê, hêzên dagirker jî du caran bi çekên qedexekirî êriş birine ser qadên gerîla, 18 caran jî herêm bi balafirên şer bombe kirine.

Di daxuyaniyê de li ser çalakiyên gerîla û êrişên artêşa dagirker ev agahî hatin dayin:

"Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;

31'ê Tîrmehê saet di 15:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi rêbaza sûîqestê hate îmhakirin.

31'ê Tîrmehê saet di 17:20'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

31'ê Tîrmehê saet di 08:10, 08:30 û 18:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

31'ê Tîrmehê saet di 23:45'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan.

1'ê Tebaxê saet di 00:10'an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hate xistin. Derb li çeperekê hate xistin.

1'ê Tebaxê saet di 06:56'an de li Qada Berxwedanê ya Sergelê bi çekên nîv otomatîk ji gelek baskan ve li dagirkeran hate xistin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

31'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker;

30 û 31'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê qadên Sinînê, Ava Lolanê, Şehîd Şerîf 8 caran, li herêma Garê qadên Ergenê, Dola Mêranê 3 caran, li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê û Bêşîlî 5 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran; bi giştî 18 caran bi balafirên şer hatin bombekirin."