Merasîma cenazeyê Haniye: Banga tolhildanê hat kirin

Di merasîma cenazeyê lîderê Hamasê Îsmaîl Haniye ku li Tehranê hate kuştin, bangên ji bo tolhildanê hatin kirin. Lîderê olî yê Îranê jî fermana êrişa li dijî Îsraîlê da.

Merasîma cenazeyê Haniye: Banga tolhildanê hat kirin
1 tebax 2024   12:48
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lîderê olî yê Îranê Ayetûllah Alî Xamaney li pêşiya darbestên Îsmaîl Haniye û parêzvanê wî ku bi ala Fîlîstînê hatin pêçandin. Lîderê tevgera Îslamî ya Fîlîstînî wê roja Înê li Qatarê bê veşartin, ku lê sirgûnkirî bû.

Bi hezaran kesên ku portreyên Haniye û alên Fîlîstînê hildan li Zanîngeha Tehranê li hev kom bûn. Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan û serkêşê Muxafizên Şoreşê Huseyîn Selamî jî amade bûn.

Sibeha Çarşemê berbanga sibehê Îsmaîl Haniye yê 61 salî piştî ku tevlî merasîma destpêkirina wezîfeyê ya Pezeşkiyan bû, li yek ji avahiyên taybet ên xaziyên şer ên Muxafizên Şoreşê bû, hate kuştin. Beriya çend saetan jî li Beyrûdê fermandarê Hîzbûllahê Fûat Şukr di êrişeke Îsraîlê de hate kuştin.

Îran û Hamasê ji van êrişan Îsraîl sûcdar kirin ku weke dijmin dibînin. Her wiha soz dan ku wê tola Îsmaîl Haniye hilînin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu roja Çarşemê diyar kir ku Îsraîlê 'derbên giran li dijminan' xistiye û bi rengekî eşkere qala kuştina Fuad Şukr kir. Têkildarî êrişa li Tehranê jî şîrove nekir.

XAMANEY YEKSER FERMANA ÊRIŞÊ DA

New York Timesê li gorî agahiyên ji sê rayedarên Îranî wergirtî ku navê wan eşkere nekir, diyar kir ku Ayetûllah Xamaney di civîna lezgîn a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyî ya Bilind de yekser fermana êrişa li ser Îsraîlê da.

Îranê weke bersiva li êrişa li ser konsolosxaneya Îranê ya li Şamê ku Îsraîl sûcdar kiribû, di 13'ê Nîsanê de bi balafirên bêmirov û fuzeyan êriş biribû ser xaka Îsraîlê ku beriya niha qet nekiribû. Piraniya fuzeyên Îranê bi alîkariya DYE û welatên din ji aliyê Îsraîlê ve hatibûn rawestandin.

Rayedarekî Hamasê Halîl El Hayya ku tevlî merasîma li Tehranê bû, diyar kir ku Fîlîstînî heta ku 'Îsraîlê ji xaka Fîlîstînê neavêjin wê dest ji wan bernedin."

BLINKEN: DIVÊ XELEKA TUNDIYÊ BÊ ŞIKANDIN

Şerê li Xezeyê di navbera artêşa Îsraîlê û hevalbendên Îranê yên li Lubnan, Yemen û Sûriyeyê veguheriye xelekeke ji tundiyê.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blinken bi daxuyaniyekê got, "Şerê li Rojhilata Navîn di rêyeke bi tundî û êşên giran de dewam dike. Şert e ku ev xelek bê şikandin. Ev yek jî bi agirbesteke li Xezeyê destpê dike, ku em li ser dixebitin."

LI XEZEYÊ HEJMARA QURBANIYAN GIHÎŞT 40 HEZAR KESÎ

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Xezeyê ku di bin rêveberiya Hamasê de ye, ji 7'ê Cotmehê û vir ve di êrişên Îsraîlê de 39 hezar û 445 kes hatin kuştin.