Li Qereqozaq qeza :6 kes birîndar bûn

Li ser pira Qereqozaqê otobusek û kamyoneke li hev qelibîn. Di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Li Qereqozaq qeza :6 kes birîndar bûn
4 ÇILE, 2024   15:18
KOBANÊ

Şahidên bûyerê gotin, li ser pira Qereqozaqê otobusek û kamyoneke mezin li hev qelibîn û otobus di çemê Firatê de werberû. Şahidan dane zanîn ku di encama qezayê de 6 welatiyên di otobusê de bûn birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê û ajokarê kamyonê piştî qezayê reviya.

(bb)

ANHA