Di Adarê de li herêmên peravê hezar û 676 kes hatin qetilkirin

Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Sûcên li dijî Mirovahiyê ragihand ku li perava Sûriyeyê di Adara îsal de 62 komkujî hatine kirin, di encamê de hezar û 676 sivîl hatin qetilkirin.

Di Adarê de li herêmên peravê hezar û 676 kes hatin qetilkirin
29 gulan, 2025   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Navneteweyî ya Şopandina Sûcên li dijî Mirovahiyê  îro raporek weşand û tê de cih daye komkujiyên ku di meha Adarê ya îsal de li peravên Sûriyeyê li dijî Elewiyan hatine kirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di Adarê de di nava 3 rojan tenê de 62 komkujî li bajar û gundên perava Sûriyeyê û Hemayê li dijî Elewiyan hatine kirin. Li gorî raporê, di encama van komkujiyan de hezar û 676 sivîl hatin qetilkirin. Rêxistinê ev yek wek "pêleke sîstematîk a komkujî û binpêkirinên ku digihêjin asta sûcên dermirovî" nirxand. Hate gotin, li gel van komkujiyan jî kirinên definkirina bi komî û koçberkirina bi darê zorê hatin kirin.

Rêxistinê ku agahiyên dispêre şahidan, diyar kir ku komên çekdar bi cilên leşkerî yên fermî ku guman hene girêdayî desthilata Şamê ne, komkujî li dijî sivîlan kirine.

Di raporê de hatiye aşkerakirin ku zêdetirî 50 jin hatine revandin û di rewşên herî zehmet de hatin ragirtin.

Rêxistinê di dawiyê de banga vekirina lêkolîneke navneteweyî ya serbixwe ya bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî kir û xwest rayeyên komîteya lêkolînê ya serbixwe fireh bin ku karibe li Sûriyeyê xwe bigihîne gorên komî û îsbatan berhev bike. Her wiha xwest pergala çekdarî ya nerêxistinkirî ya li perava Sûriyeyê were jihevxistin, çekdarên biyanî werin derxistin, jinên revandî werin parastin, korîdorên ewle werin vekirin, piştevaniya mirovî û derûnî ya lezgîn pêşkêşî mexdûran bê kirin.

(bb)