Ji Hunergeha Welat klîpa "Ji Firatê" ya li ser dîroka Sûriyeyê

Desteya Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Hunergeha Welat klîpa "Ji Firatê" ya li ser girîngiya şûnwaran derxist.

1 nîsan, 2025   22:25

Di çarçoveya xebatên belgekirin û tomarkirina bûyerên dîrokî û şûnwaran bi rêya hunerê de, Hunergeha Welat û Desteya Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk klîpek bi navê "Ji Firatê" derxist.

Proje ji 3 beşan pêk tê û ji wan beşa yekemîn îro hat belavkirin. Ev beş li ser keleha Ceber û Deriyê Bexdayê ye.

Desteya Şûnwaran diyar kir ku ev berhem beşek projeyeke mezin e ku tê de bi rêya stran û çîrokan, bal li ser keleh û şûnwarên herêmê tê kişandin.

Di vê beşa yekemîn de hunermend Kemal Mûsa, Merîfe Ehmed û Xelef El Hebîb beşdar bûn û govendên ji çandên seranserî Sûriyeyê tê de hatin pêşkêşkirin.

(mh)