Dewleta Tirk bombe li Başûrê Kurdistanê barandin

Balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker vê sibehê bajaroka Şarbajêr û Balekayetî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Dewleta Tirk bombe li Başûrê Kurdistanê barandin
20 tebax 2024   11:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews’ê, di saetên sibehê de balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker bajaroka Şarbajêr û Balekayetî yên ser bi Silêmanî û Hewlêrê ve bombebaran kirin.

Çavkaniyek ji Şarbajêr ragihand ku saet di 06.20’an de balafirek bê mirov a biçek a dewleta Tirk çiyayê Birzut bombebaran kir.

Çavkaniyên herêmî ku agahî dane heman ajansê diyar kir ku di saetên sibehê de balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker du caran ser hev gundê Gundejor ê ser bi Balekayetî ya girêdayî Hewlêrê bombebaran kir.

Têkildarî encamên bombebaranê agahî nehatin parvekirin.