Wergirtina genim li Hesekê didome

Li Hesekê ji bo wergirtina genim ji cotkaran, navenda Xiwêran û navenda El Mîlbiye hatin vekirin.

Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
Wergirtina genim li Hesekê didome
4 hezîran, 2024   12:07
HESEKÊ

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, wergirtina genim li bajar û kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne.

Cotkarên bajarê Hesekê û bajarokên wê, berhemên xwe radestî navenda El Mîlbiye û Xiwêran dikin.

Desteya Çandinî û Avdanê genimê dokma li Hesekê li navenda Xiwêran werdigire û li navenda El Mîlbiye jî genim bi çiwalan werdigire.

Cîgirê hevserokatiya Desteya Çandinî û Avdanê Ehmed Yunis ji nivîsgeha ragihandinê ya desteyê re axivîbû û gotibû: "Ew rojane 20 hezar ton genim ji cotkaran li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werdigirin."

(şx)

ANHA