Dewleta dagirker 2 welatiyên Efrînî revandin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê 2 welatî revandin û ji bo berdana wan miqdareke mezin a pereyan xwest.

Dewleta dagirker 2 welatiyên Efrînî revandin
10 kanûn, 2023   14:25
NAVEDNA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Efrînê (AAN), dewleta Tirk a dagirker di 28′ê mijdara 2023′yan de li bajarê Cerablusê welatiyê bi navê Subhî Hisên ê j gundê Kanî Gewrik ê navçeya Cindirêsê ya Efrînê revand û ji bo berdana wî 5 hezar dolar xwest.

Di 3′yê kanûnê de jî îstîxbarata dewleta Tirk li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Henan Abidîn Hesen (38) yê ji gundê Keferdelê yê Cindirêsê revand.

Di 7′ê kanûnê de, desthilata dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê) 3 'ê jin 12 welatiyek Efrînê ji girtîgeha Kefercenê yê Efrînê sewqî girtîghên li Tirkiyeyê kirin.

Hejmara welatiyên sûriyeyî yên revandî yên di girîgehên çeteyan ên Girê Spî, Serêkaniyê, Efrîn, Seco ya Ezazê yên ku MÎT′ê di mijdara borî de wan sewqî girtîgehên li Tirkiyeyê 60 welatî derbas kir.