Dem Dema Rabûnê Ye

Li Wanê çalakiya “Nobeta Edaletê” di roja 6'emîn de didome û kesên ku tevlî çalakiyê bûn banga xwedîderketina li çalakiyan kir.

Dem Dema Rabûnê Ye
10 kanûn, 2023   14:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi armanca azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û rakirina tecrîdê, bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) a Wanê û malbatên girtiyan Nobeta Edaletê hatibû destpêkirin, didome. Çalakiya ku li avahiya rêxistina DBP'ê ya bajêr hatî destpêkirin di roja 6'emîn de ye. 

Rêxistina HEDEP û DBP'ê ya navçeya Artemêtê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û ÇEV-Der piştevaniya çalakiyê kirin. Di çalakiyê de dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Di çalakiyê de li ser navê malbatên girtiyan Sevat Bayhan axivî û wiha got: “Em dixwazin hemû kes xwedî li girtîgehan derbikeve û piştevaniya vê çalakiyê bikin. Bi vê mebestê em ji bo hemû kesî azadî, aştî û demokrasiyê dixwazin. Gelê Kurd bila hemû rabe li ser piyan. Ev çend sal in em di nava vê agir de ne. Dem dema rabûna gel e.”