Desteya Hundirîn bi gel re civiya

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê li bajarê Tirbespiyê civînek ji gel re li dar xist.

Desteya Hundirîn bi gel re civiya
Desteya Hundirîn bi gel re civiya
Desteya Hundirîn bi gel re civiya
Desteya Hundirîn bi gel re civiya
Desteya Hundirîn bi gel re civiya
Desteya Hundirîn bi gel re civiya
27 gulan, 2025   15:23
QAMIŞLO

Desteya Hundirîn a Kantona Cizîrê civîneke berfireh ji şêniyên bajarê Tirbespiyê li dar xist. Civîn li Hola Siyahî ya li bakurê bajar bi amadebûna hevserokên desteyê Îlham Ebdullah û Şêrewan Mihemed hat lidarxistin.

Di civînê de hevseroka Desteya Hundirîn Îlham Ebdullah axivî. Îlham bal kişand ser rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn di belavkirina ewlehî û aştiyê di navbera şêniyan de. Her wiha îşaret bi vê yekê kir ku tevkariya di navbera şêniyan û hêzên ewlekariyê de serketinên mezin encam da. Îlham diyar kir ku ji bo tevlihevî çênebin divê ev tevkarî dewam bike.

Şêniyan jî li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman. Di nêrînên derketin pêş de, diyardeya teqandina bêserûber a çekan bi taybt di şahî û boneyan de rexne kirin. Her wiha têbiniyên xwe li ser nêzîkatiyên hin endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li ser bendên kontrolê parve kirin. Hate gotin, divê endamên hêzên ewlekariyê bi rêbazeke baştir bi welatiyan re bidin û bistînin.

Şêniyan spasiya hêzên ewlekariyê kir û bi bîr xist ku di sermaya zivistanê û germahiya zêde de bi şev û bi roj kedeke mezin didin.

Hevseroka Desteya Hundirîn destnîşan kir ku dê li ser rexneyan bisekinin û kêmasiyan derbas bikin.

(bb)

ANHA