Li Reqayê 23 hezar hebên hişbir hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da ragihand ku li Reqayê 4 bazirganên madeyên hişbir hatine destgîrkirin û bi wan re jî 23 hezar hebên hişbir hatine desteserkirin.

Li Reqayê 23 hezar hebên hişbir hatin desteserkirin
27 gulan, 2025   15:31
REQA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyeke nivîskî da û da zanîn ku 20’ê Gulanê li Reqayê li hember bazirganên madeyên hişbir operasyonek li dar xistine.

Li gorî daxuyaniyê, di operasyonê de 4 kesên bazirganiya hişbirê dikir hatine destgîrkirin û bi wan re 23 hezar hebên hişbir ên Captagon hatine desteserkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku heb ji bo belavkirina li nava bajarê Reqayê hatibûn amadekirin.

Kesên destgîrkirî ji bo temamkirina lêpirsînê û da ku der barê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin, veguhastine Dozgeriya Giştî.