Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin

Komîteya Perwerdeyê ya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê der barê tundiya li dijî jinan û awayên pêşîgirtina wê de sermînerek li dar xist.

Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
Der barê tundiya li dijî jinan de semîner hat lidarxistin
12 mijdar, 2025   14:19
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de komîteya perwerdeyê ya Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sermînek li dar xist.

Ji rêveberên Komîteya Perwerdeyê Fikret Mistefa semîner da. Fikret têgeha tundiyê şîrove kir û destnîşan kir ku ew ne tenê kiryarek e yan bûyerek demkî ye, lê belê tundiya li dijî jinan berdewama zîhniyeta baviksalar û otorîter e.

Fikret diyar kir gava yekem a guhertina pergala civakî û hişmendiya baviksalarî, azadkirina hiş û ramanê ye û got: “Berxwedan li dijî tundiyê ne tenê berxwedaneke fîzîkî ye, lê di heman demê de berxwedaneke ramyarî û hişmendî ye jî.”

Komîteya perwerdeyê ya taxên Şêxmeqsûd û Eşerfiyê dê sibê û di rojên pêş de jî semînerên der barê mijarê de li dar bixe.

(k)