Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû

Akademiya Şehîd Halim ya Rêveberiya Giştî ya Gumrikê, dewreya perwerdeyê ya efserên gumrikê ku 34 endaman tev lê bûn, bi dawî kir.

Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
Dewreya efserên gumrikê bi dawî bû
12 mijdar, 2025   14:08
REQA

Nûnerên Rêveberiya Xweser û malbata şehîd Baran Girê Spî ku dewreya perwerdeyê bi navê wî hat lidarxistin, tev li merasîma bidawîkirina dewreyê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre cîgirê hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hemdan El Ebid  bixêrhatina hemû beşdaran kir û serkeftina dewreyê pîroz kir. El Ebid got: "3 stûn hene ku civak li ser wan ava dibe; parastin, aborî û siyaset. Xebata we ya îro parastin û aboriyê bi hev re dike yek. We karekî pir mezin bi cih anî, berpirsiyariya bicîhanîna qanûnê û parastina aboriyê girt ser xwe."

Rêveberê giştî yê gumrikê ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Azad Umer jî axivî û bang li gelê herêmê kir ku li dora Hêzên Sûriyeya Demokratîk bibin yek. Her wiha da zanîn ku banga aştî û civaka demokratîk a ku ji hêla Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kirin, peyameke ji bo hemû gelên herêmê ye.

Piştî axaftinan 34 endamên gumrikê ku tev li dewreya perwerdeyê bûbûn, sond xwar. Her wiha malbata şehîd Baran Girê Spî jî hat xelatkirin.

Merasîm bi stranên koma Hîlala Zêrîn bi dawî bû.

(k)