Dema serlêdanên hemwelatîbûnê hat dirêjkirin

Dema wergirtina daxwazên hemwelatîbûnê ji bo hemwelatiyên Kurd 15 rojên din hat dirêjkirin.

Dema serlêdanên hemwelatîbûnê hat dirêjkirin
8 gulan, 2026   08:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Rewşa Sivîl li Sûriyeyê Abdullah Abdullah  ragihand ku dema wergirtina daxwazên hemwelatîbûnê ji bo hemwelatiyên Kurd ên bê nasname 15 rojên din hat dirêjkirin.

Hate gotin, ev biryar navendên Hesekê, Qamişlo û Çilaxa digire nav xwe.

Abdullah Abdullah diyar kir ku armanc ji vê biryarê ew e ku derfet bide her kesî daxwazên xwe bi awayekî qanûnî û hûrgulî pêşkêş bikin.

Rêveberê Rewşa Sivîl li Sûriyeyê Abdullah Abdullah destnîşan kir ku aliyên têkildar dê bi komîteyên pispor pêşwazîkirina daxwaznameyan bidomînin û bişopînin. Bang li welatiyên bênasname kir ku sûdê ji vê biryarê bigirin û serî li navendên tomarkirinê bidin.

Pêvajoya tomarkirina welatiyên Kurd ên bênasname 6'ê Nîsanê dest pê kiribû û 6'ê Gulanê bi dawî bûbû.

(bb)