‘Gelê Kurd li hember tekperestiyê xwe paşde nade’

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî ya Gaziyên Şer Egîd Efrîn rakirina tabeleya bi Kurdî ya li Qesra Edlî ya Hesekê şermezar kir û got, “Gelê Kurd ji îro şûn ve piştî ewqas berdêlan wê qet û qet li hember pêkanînên tekperest ên hikûmeta demkî xwe paşde nede.”

‘Gelê Kurd li hember tekperestiyê xwe paşde nade’
8 gulan, 2026   08:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Hesekê duh Li ser tabeleya Qesra Edlî zimanê Kurdî hatibû rakirin, li şûna wê tabeleyeke bi zimanê Erebî û Îngilîzî hatibû nivîsandin hat bicihkirin. Ev pêkanîn rastî helwest û berteke tund a gelê Kurd hat. Yek ji rêveberê Akademiya Deştî ya Gaziyên Şer, Egîd Efrîn jî têkildarî mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

Egîd Efrîn di destpêka axaftina xwe nêzîkatiya hikûmeta demkî ya li hember zimanê Kurdî şermezar kir û got, “Weke her kes dizane 29’ê Çileyê di navbera Rêveberiya Xweser-QSD û Hikûmeta Demkî ya Şamê de peymanek çêbû. Li ser esasê naskirina xweseriya herêmên Kurdî, ziman û çanda Kurdî di destûra bingehîn de dest bi entegrasyona sazî û dezgehan hat kirin. Lê belê ji wê demê heya niha tişta herî berbiçav a mirov dibîne ew e ku hikûmeta Şamê ne li gor entegrasyoneke demokratîk, li ser esasî desthilatdariya xwe li ser tevahî Sûriyeyê û herêma Rojava bike tevdigere.”

Gaziyê şer Egîd kiryara rakirina tabeleya Kurdî ya li ber Qesra Edlî weke pêkanîna feraseteke tekperest bi nav kir û ev anî ziman, “Ev dide diyarkirin ku ziman, nasname û statuya Kurd qebûl nakin. Gelê Kurd jî li hember vê nêzîkatiyê bertekeke însanî nîşan da û ew tabelaya têde Kurdî nebû rakir. Ev helwesteke di cih de bû. Ev hewlesta gel diyar dike ku êdî piştî ewqas berdêlan ti hêz û kes nikare polîtîkayeke tinehesibandin û înkarê li ser gelê Kurd ferz bike. Gelê Kurd ev peyam pir bi zelalî nîşan da.”

Egîd Efrîn wiha dewam kir, “Hikûmeta Demkî gelo çima wer tevdigere? Ya dixuye ew e dixwaze bi temamî Kurdan, ziman, çand û nasnameya wan di nav xwe de bihelîne. Lê divê were zanîn ku gelê Kurd di nav van 15 salên şoreşa Sûriyeyê de bi hezaran şehîd û birîndar dane. Hê jî wan berdêlan dide. Eger bala mirovan kişandibe esîrên di destê xwe de jî dixwazin bikin mijara bazarê. Divê were zanîn ku ti kes nikare teslîmiyetê li ser Kurdan ferz bike. Gelê Kurd ê bi salan e ji bo jiyaneke azad têkoşîn dike van ferzkirinan qebûl nake.”

Rêveberê Akademiya Şehîd Deştî Egîd axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Xwedîderketina li ziman, nasname û herêmên xwe, xwedîderketina li rûmet û kerameta xwe ye. Li pêş çavên gelekî ku ewqas berdêl, şehîd û birîndar dane, rakirina tabeleyeke bi Kurdî, nayê qebûlkirin. Ti wijdan jî vê qebûl nake. Li Sûriyeyê gelê Kurd neteweya duyem a mezin e. Kurdan ji bo hevgirtina Sûriyeyê fedakariyên bêhempa kirin. Divê li beramberî ziman û nasnameya Kurd rêzgirtin hebe. Înkara ziman û nasnameya neteweyekî zîhniyeteke şovenîst e. Em helwesta gelê xwe ya li hember înkar û tinehesibandinê silav dikin. Weke gaziyên şer em ê heya dawiyê ji bo mafên rewa yên gelê xwe têkoşîna xwe bidomînin.”

ANHA