′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'

Hemwextî Roja Mafên Mirovan Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamgeran li Sûriyeyê bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew di xebatên xwe de dewam dikin û tenê bi daxuyaniyên belgeyî yên der barê hedefgirtina rojnamegeran ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve nakin, lê dê bi rêya geşkirina lêloînkirina li hember wan bisekinin û nehêlin ji cezayê rizgar bin.

′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'
′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'
′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'
′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'
′Em ê sûcdarên şer ên destên wan di hedefgirtina rojnamgeran de hene hesab bipirsîn'
10 kanûn, 2023   14:46
QAMIŞLO

Hemwextî Roja Mafên Mirovan ku dikeve 10′ê Kanûnê, Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamegerên li Sûriyeyê li Parka Xwendinê ya Qamişlo civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de endamên Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) û Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê beşdar bûn. Endama YRA′yê Bêrîvan Xelîl bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku rojnamegerên li Sûriyeyê bi giştî û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet di gelek binpêkirinan re derbas bûn û hate gotin: ′′Di vê dawiyê de jî dewleta Tirk a dagirker rêbaza xwe ya hedefgirtina xelk û rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guhart û bi balafirên bêmirov êriş dike. Ev yek metirsî çêkir û bandoreke neyênî li rewşa civakî kir.′′

Di daxuyaniya komîteyê de hate destnîşankirin ku ruxmî baweriya wan a bi girîngiya Rêxistina NY′yê ya Parastina Mafên Mirovan, lê nikare li ser erdê tevahî erkên xwe yên parastina mafên mirovan ji şer û sûcên dermirovî pêk bîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rola rêxistin di şandina şandeyên xwe yên lêkolînkirina rastiyan û damezrndina komîteyên navneteweyê yên serbixwe de cihê nirxdayînê ye.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de anî ziman ku bûyera hedefgirtina rojnameger Delîla Egîd di 23′yê Tebaxa 2023′yan ne ya yekemîn bû, lê beriya wê gelek rojnamger hatin hedefgirtin.

Ji ber metirsiyên li ser pêşeroj azadiya nêrîn û parastina rojnamegeran Komîteya Lêkolînkirina Rastiyên Sûcên li dijî Rojnamegerên li Sûriyeyê di 11.09.2023′yan de hate damezrandin, da ku sûcên li dijî rojnamegeran lêpirsîn bike, sûcdaran û yên hiştine ev sûc werin kirin, diyar bike. Komîte di lêpirsînên xwe de belgeyên biîsbat û alavên xwe yên pêşketî bi kar tîne û pêşkêş dike.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hate îsbatkirin ku rola komîteyên lêkolînkirin û şandeyên lêpirsîna rastiyan ji bo sekna li dijî kesên ji cezayê rizgar dibin xwedî girîngiyek e. Ew agahiyan kom dikin û lêpirsînê li ser çêdikin û dîroka wan bûyeran datînin û bingehekê ji dewama lêpirsînan re peyda dikin. Lê ji ber ku komîteyên lêpirsîn û şandeyên lêpirsînên rastiyan ên navneteweyî bû alaveke sereke ya alavên sekna NY′yê li hember binpêkirinên qanûna navneteweyî û qanûna navneteweyî ya mafên mirovan, komîteya lêpirsînê jî hate damezrandin da ku sûcên li herêmê tên kirin kom û belge bike û pêşkêşî aliyên têkildar bike.

Sûcdaran di sûcên li dijî rojnamgeran de dewam dikin, ji ber ku bi ewle ne bê hesab dimînin û di nava şer de ne, lê nizanin komîteya lêkolînkirinê di dirêjahiya borî de wan dorpêç dikin û lêkolînê li ser wan sûcan dikin, ji wê zêdetir jî armanca komîteya lêpirsînê desteyeke navneteweyî ya rojnamgeriyê were avakirin ku rêwîtiya sûcdaran bişopîne, zextê li desteyên dozgeriyê yên navneteweyî û dadgeha sûcê ya navneteweyî bike ku muzakereya girtinê li dijî wan derxe.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku ew êdî ji daxuyaniyên şermezarkirinê yên ku li ser dezgehên çapemeniyê tên parvekirin aciz û nerfet bûne, ji ber ku wateya wan tune ye weke ku di nava hev de diaxivin. Ji ber ku ev şermezarkirin di tomarkirinên şermezarkirinê de ne belgeyek, divê ji vir û pê ve bi daxuyaniyên şermezarkirinê tenê nebe, lê belê li hember wan sûcdaran bê sekinandin û werin darizandin.

Her wiha hate gotin ruxmî tenê 3 meh di ser damezrandina komîteyê re derbas bûne, lê gelek encamên wê hene; bi wê re komîteyê bi deste, komîteyên NY′yê yên belgekirina sûcan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevkarî kir; ji wan Komîteya Lêpirsîna Navneteweyî ya Serbixwe ya têkildarî Komara Sûriyeyê.

Di daxuyaniya komîteyê de hate destnîşankirin ku êriş û planên komîteyê yên dorpêçkirina sûcdarên şer ên ku dixwazin dengê rastiyê qut bikin yek ji rêbazên sînordarkirina sûcên wan e, her wiha komîte bi awayekî serbixwe û li gorî wijdanê karê xwe dike.

Piştî daxuyanî bi dawî bû, gelek rojnamegeran der barê mekanîzemya xebata komîteyê pirsên xwe kirin; gelo ev binpêkirin bi wêne û dîmen jî tên belgekirin?Gelo komîteyê rapora xwe ya der barê hedefgirtina rojnameger Delîle Egîd de bi dawî kir?

Hevserokê YRA′ê û endamê komîteyê Dilyar Cizîrî û endama rêvebera Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û endama komîteyê Evîn Cuma bersiva pirsên beşdaran da û got tevahî binpêirin bi dîmen û wêneyan, li kêlek wê raporên nivîskî û diyalogên şahîdên bûyerên tên belgekirin.

Cizîrî û Evîn anî ziman ku raporên di vê çarçoveyê de dê amade bin dê ji raya giştî re bên parvekirin û pêşkêşî rêxistinên girêdayî NY′yê, komîte, komeleyên mafên mirovan, rojnameger, dadgehên sûcên navneteweyî û aliyên taybet bin û ji nav wan jî rapora hedefgirtina rojnameger Delîla ku ber bi dawiyê ve ye.

(fr)

ANHA