Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye

Cotkaran anîn ziman ku ji ber derengiya dayîna pereyên wan dibe ku nikarbin amadekarî ji bo demsala çandiniyê bikin û polîtîka hikûmetê ya çandiniyê rexne kirin.

Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
Dayîna pereyên cotkaran dereng dimîne û demsala çandiniyê di xeteriyê de ye
20 tebax, 2026   05:47
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Piştî rakirina mewsim cotkar li bendê bûn ku pereyên xwe bigirin û amadekariya demsala çandinê ya nû bikin.

Hikûmetê sîstema dayîna pereyên cotkaran guhert, tenê milyonek lîreya nû ya Sûrî da ye û cotkar dikarin bi rêya bernameya Şam Kaş pereyên xwe bigirin.

Li Sûriyeyê cotkar ji vê sîstemê ne razî ne û cotkarên Çilaxayê bertekên xwe anîn ziman.

Xelîl Mecîd got: "Di demsala çandinê ya sala burî de cotkar neçar man hemû pêdiviyên çandiniyê bi deyn bigirin. Em li bendê bûn ku pereyên mewsim wergirin û deynê xwe bidin. Her wiha destbi amadekariyên demsala çandinê bikin. Tenê milyonek pereyên nû yên Sûrî dan me, têrê nake ku em deynên xwe bidin. Em nikarin bi mehan li bendê bimînin heyanî ku pereyên xwe wergirin, dîsa ji bo amadekariyên demsala çandiniyê deynan bikin. Heke rewş wisa bidome dibe ku cotkar dev ji çandiniyê berdin, em nikarin lêçûnên çandiniyê bidin."

Cemîl Hec Silêman jî bertek nîşan da û got: "Pêdiviya me bi pereyan heye, divê em heq destê karker, deynên bazirganan, xwediyên alavan bidin û tov û gubre peyda bikin. Ew derfetên me nînin ku em di vê rewşê de amadekariyên demsala çandinê ya nû bikin. Polîtîka aborî ya hikûmetê ziyanê dighînê çandiniyê."

Ji gundê Çalika yê Çilaxayê Mehmûd Ehmed axivî û got: "Çiqasî pereyên me dereng bidin me ew qasî dê bandorê li ser demsala çandiniyê ya sala nû bike. Em ê nikarbin di wextê wê de pêdiviyên çandiniyê bikirin û erdên xwe amade bikin."

(np)

ANHA