Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê: Divê civak xwe ji fitnê û provokasyonan biparêze

Serokê nîvîsgeha têkiliyan a Partiya Sûriya Pêşerojê Salih El Zewbei bang kir ku têkiliyên xwe yên civakî biparêzin û li hemberî fitne û provokasyonan baldar bin.  

Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê: Divê civak xwe ji fitnê û provokasyonan biparêze
20 tebax, 2026   06:51
HESEKÊ

Di vê pêvajoya dawî de li hemberî bûyerên li parêzgeha Hesekê û bi taybet li bajarê Serêkaniyê qewimîn bertek derketin, hinek aliyan di vê rewşê de xwestin fitnê têxin navbera pêkhateyan de. 

Serokê nivîsgeha têkiliyan a Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê Salih El Zewbei di vê derbare de axivî û got: "Em qebûlnakin kesek êrîşî koçberên ku vegeriyan warê xwe, bike ji mafê her welatiyekê/î heye ku vegerên warê xwe û bi ewle û rûmet bijî. Diviyabû hêzên ewlekariyê malbatên ku vegeriyan Serêkaniyê parastibane û destûr nedabane êrîşî li ser wan çêbe. Divê em li hemberî kesên ku dixwazin di vê rewşê de fitnê têxin navbera pêkhateyên herêmê de baldar bin û kesên êrîş kirin werin cezakirin."

Di berdewamiya axaftina xwe de El Zewbei got: "Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hewl didin ku li Hesekê aramî çêbe û fitne dernekeve. Her wiha pêvajoya entegrasyonê bidome û nûnerên hemû pêkhateyan cihê xwe di saziyan de bigirin."

Di dawiyê de Salih El Zewbei wiha axivî: "Em bang li aliyên têkildar dikin ku edaleta veguhêz pêkbînin û kî hewl dide fitnê çêke û aliyê ewlehiyê de pirsgirêkan derxe were cezakirin. Li parêzgeha Hesekê divê civak têkiliyên xwe biparêze, destûrê nedin fitnê û provokasyonan û hemû pirsgirêk bi diyalokê çareser bibin."

(np)

ANHA