Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin

Meclisa Ciwanên PYDˊê, Yekitiya Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk û xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
Bi daxuyaniyan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hat şermezarkirin
24 tîrmeh, 2024   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo temamkirina planên komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd dewleta Tirk a dagirker di hedefgirtina gelê Kurd de dewam dike. Her wiha gelê herêmê li dijî 3 meh din ên ˊCezayên Dîsplînêˊ û êrişên dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê bi tevkariya PDKˊê nerazîbûnên xwe nîşan da.

Di vê çarçoveyê de, Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kantonên Cizîrê, Minbic, Reqa û bajarê Helebê daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de ˊCezayên Dîsplînêˊ yên li ser Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hatine ferzkirin, hatin şermezarkirin.

Ciwanên PYDˊê di daxuyaniyê de got ji bo hedefgirtina gerîlayên ku destanên lehengane ji ber mirovahiyê ve li hember faşîsta Tirk xêz dikin dewleta Tirk a dagirker hewl dide gundên Kurdan li Başûrê Kurdistanê ji xelkê wê vala bike.

Di daxuyaniyê de ciwanan bang li rêxistinên hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên şikandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û xebitîna ji bo pêkanna azadiya wî ya fîzîkî, rabin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Minbicê li Stadyûma 4`ê Nîsanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ferzkirina cezayên dîsplînê heta 3 meh din li dijî Rêber Abdullah Ocalan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve û qedexeya hevdîtinê bi parêzer û malbatê re binpêkirina mafên mirovahiyê ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bêdengiya navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk li dijî girtiyên siyasî û girtiyên nêrînê de şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirov û CPTˊyê kir ku bi cidî li ser mijara şikandona tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bisekinin.

Di heman çarçoveyê de Kongreya Îslama Demokratîk a Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin dewleta Tirk a dagirker di derew û hincetên xwe de dewam dike û her tim li hincetan digere ku armanc û timayên xwe pêk bîne. Mînaka vê jî li Sûriyeyê ji 13 salan ve li ber çavan e ku çi li Sûriyeyê û bi serê gelê wê de kiriye.

(bh/fr)

Minbec

Eyn Îsa

Reqa

cel axa

heleb