Hêrsa Kobanê ya dijî 'Doza Kobanê'

Li hember biryara darizandina siyasetmedar û hiqûqnasên Kurd li Bakurê Kurdistanê bi navê "Doza Kobanê", şêniyên Kobanê hêrsa xwe nîşan da.

Hêrsa Kobanê ya dijî 'Doza Kobanê'
21 gulan, 2024   07:35
KOBANÊ

Dadgeha Cezaya Bilind a Enqereyê di 16'ê Gulanê de li dijî Selahattîn Demîrtaş ê ku ji 2016'an ve ragirtî ye cezaya girtina 42 salan, li dijî  Fîgen Yuksekdag cezaya girtina 30 salan û li dijî siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk cezaya girtina 10 salan derxist. Ev ceza bi bihaneya "xerakirina dewletê û yekparetiya dewletê, endametiya rêxistinê û provaksyona ji bo bêrêziya qanûnê hatine birîn.

Ji 2021'an ve dewleta Tirk a dagirker bi navê "Doza Kobanê" 108 siyasetmedar û hiqûqnas dadirizîne. Ji wan hevserokên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgan Yuksekdag, her wiha siaysetmedarê Kurd Ahmet Turk. HDPˊê di parastina bajarê Kobanê de û destekdayîna şervanên li Kobanê û zextkirina li dewleta Tirk a dagirker, roleke girîng lîst.

Di wê çarçoveyê de, ajansa me nêrînên rêveberên saziyên Rêveberiya Xweser ên bajarê Kobanê der barê cezakirina siyasetmedarên ku bûne sembola piştgiriya gelêrî ya ji bo berxwedana Kobanê, girtin.

'EGER EDALETEKE RASTÎN HEBE YÊ KU DIVÊ BÊ CEZAKIRIN ERDOGAN E'

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Ayşe Efendî diyar kir ku ev darizandina û bi vî rêbazî li dijî siyasetmedarên Kurd tu edaletê temsîl nakin. Heman dadgehê di zîndana Amedê de ceza li Kemal Pîr û hevrêyên wî birîn û heman dadgehê ceza li dijî Rêber Apo birîn. Ayşe wiha got: "Dema em dibînin Ahmet Turk ku êşa nexweşiya dil dikişîne û cezayê 10 salan girtinê lê hatiye birîn dibêje ew ji welat dernakeve û dê li hember vê rewşê bisekine û Selahattîn Demîrtaş ê ku ji dewleta Tirk re dibêje hûn nikarin vê biryarê di rûyê min de derxin, wê demê xebata berxwedanê ya ji salan ve dewam dike hîna li dijî bêedaletiya faşîsta Tirk didome."

Ayşe Efendî destnîşan kir ku dema wan siyasetmedarên Kurd destek da berxwedana Kobanê û xwedî li şêniyên Rojava yên koçberî Bakurê Kurdistanê derketine, ji Erdogan û hevkarên wî netirsiyan û heta îro jî ew di girtîgehan de serî ji dadgehên bêdad re natewînin û got: "Eger edaleteke rastîn hebe, yê ku divê bê cezakirin Erdogan e. Ji ber ku dewleta Tirk sînorê xwe li ber DAIŞ'ê vekir da ku derbasî Sûriyeyê bibe. Cîhan jî vê rastiyê dizane. Em ê her piştgiriya xwe ji gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê û siyasetmedar û hiqûqnasên girtî re yên ku Kobanê bi tenê nehiştin, bidomînin."

Her wiha, endamê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Nûh got: "Ji bo cîhanê û dewleta Tirk şerm e, yê ku bûye sedema têkbirina terorê bê cezakirin. Siyasetmedarên Kurd ên ku îro li Tirkiyeyê tên darizandin di çalakiyên mezin de ji bo serkeftina berxwedana Kobanê beşdar bûn û gelê xwe yê li Kobanê bi tenê nehişt. Em dadgehên dewleta Tirk ên bêşeref qebûl nakin û em ê her li kolanan bin û destekê bidin gelê xwe û siyasetmedarên xwe yên Bakurê Kurdistanê."

'HDPˊÊ DI RIZGARKIRINA KOBANÊ DE ROLEKE GIRÎNG LÎST'

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Îsmaîl Şêxo got: "Banga ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo parastina Kobanê ji DIAŞ'ê ku ji girtîgeha xwe ya Îmraliyê kiriye, bandorek mezin li gelê Kurd bi giştî û yê li Bakurê Kurdistanê bi taybetî kir. Bi hezaran şênî, siyasetmedar û hiqûqnasan berê xwe da sînorê başûr ê Kobanê û moralên mezin da parêzvanên Kobanê."

Şêxo diyar kir ku HDPˊê di mijara jinûve avakirina Kobanê de rolek lîst û li gorî derfetên xwe di rakirina enqazan û amadekirina binesaziyê de beşdar bû û got: "Îro şerekî dewleta Tirk li dijî hebûna Kurd li her derê heye. Ev darizandin jî di wê çarçoveyê de ye. Pêwîst e kedên Kurdistan li hember vê rastiyê bibin yek. Em wek şêniyên Kobanê pêwîst e destekê bidin gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê."

Îsmaîl Elî ku di şerê Kobanê de birîndar bûbû got: "Nabe serkeftiyên li dijî terorê bên darizandin û li hember wê jî Tirkiye terorîstan xwedî bike. Ev tev jî li ber çavê cîhanê û rêxistinên mafên mirovan e. Titşê ku bûye tolhildana têkçûna DAIŞ'ê li Kobanê ye. Belê, ev e demokrasiya ku Tirkiye serê xwe pê bilind dike."

(mh)

ANHA