DAIŞ’ê li Hemayê  êriş kir: Zarokek hat kuştin

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser gundekî Hemayê de zarokek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

DAIŞ’ê li Hemayê  êriş kir: Zarokek hat kuştin
21 ÇILE, 2024   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Di êrişa çeteyên DAIŞ`ê ya li dijî gundê Resm El Betne yê navçeya El Sahn a Hemayê de ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ye, zarokek hat kuştin û zarokek jî birîndar bû. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) çeteyên DAIŞ`ê bi şev bi ser gund de girtiye, 6 mal şewitandine, 2 erebe û traktorek û gelek pez dizîne.

Her wiha di êrişê de zêdetirî 200 serî pez jî telef bûne.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, ji destpêka salê ve êrişên DAIŞ`ê zêde bûne.

SOHR`ê da zanîn ku ji destpêka 2024`an ve li çolistana Sûriyeyê 59 kes di 22 êrişên çeteyên DAIŞ`ê de hatine kuştin ku 2 jê sivîl in û 52 leşkerên hikumeta Şamê ne û 5 jî çeteyên DAIŞ`ê ne. Piraniya êrişan li çolistana Himsê û Dêrazorê pêk hatine.

(şx)