Li 2 bajaran îtîraza veguhestina hilbijêran hate redkirin

DEM Partiyê li dijî “hilbijêrên” beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî li bajarê Îdir û Qereçobanê ya bakurê Kurdistanê hatine veguhestin îtîraz kir û ev îtîraz hatin redkirin.

Li 2 bajaran îtîraza veguhestina hilbijêran hate redkirin
21 ÇILE, 2024   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îdirê, li dijî veguhestina 2 hezar û 193 “hilbijêran” a ji ewil li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar û piştre jî li baregeha leşkerî, li Lijneya Hilbijartinê ya Bajar îtîraz kiribû. Îtîraza DEM Partiyê hate redkirin. 

DEM Partiya Qereçoban a Erziromê jî li dijî 320 hilbijêrên li 3 malan hatin tespîtkirin, li Lijneya Hilbijartinê ya Navçeyê îtîraz kiribû. Ev îtîraz jî hate redkirin. 

PARLAMENTER HUN BERTEK NÎŞAN DA 

Parlamenterê DEM Partiyê yê Îdirê Yilmaz Hun bertek nîşanî redkirina îtîraza wan da û wiha got: “Tu rewatiya rejîma qeyûm a li Kurdistanê nema ye lewma hewl didin serî li vê rêbazê bidin. Îro jî serî li rêbaza diziyê didin. Cara ewil di serdema AKP’ê de mijara veguhestina dengan ewqas zêde bû. Ev rêbaz, rêbaza dizîna dengan e. Tu ferqa wê ji rêbaza qeyûm nîne. Dê gelê me di hilbijartinan de vê zîhniyetê û diziyê mehkûm bike.”