Dagirkeran vê carê zeviyên gundê Telik şewitandin

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan ku di nava mehek dawî de zeviyên çandiniyê yên welatiyan dişewitînin, îro jî agir berdan zeviyên gundê Telik ê Qamişlo.

Dagirkeran vê carê zeviyên gundê Telik şewitandin
Dagirkeran vê carê zeviyên gundê Telik şewitandin
Dagirkeran vê carê zeviyên gundê Telik şewitandin
4 hezîran, 2024   14:17
QAMIŞLO

Zeviyên çandiniyê yên li gundê Telik ê li Bakûr-Rojavayê Qamişlo ku li ser sînorê Bakûrê Kurdistanê ye, ji aliyê leşkerên dewleta Tirk a dagirker ve hatin şewitandin.

Di encama agirberdanê de li nava zeviyan şewat derket. Welatî hewl didin bi derfetên xwe agir vemirînin.

Dagirkeran roja 2’yê Hezîranê jî li heman herêmê agir berdabûn zeviyên çandiniyê yên gundê Xerab Kort ê bakur rojavayê Qamişloyê û gundê Doda yê Amûdê.