Ji bo şehîd Botan Serêkaniyê merasîma sersaxiyê hate lidarxistin

Şêniyên Til Temirê sersaxî da malbata şervanê QSD`ê şehîd Botan Serêkaniyê û soza şopandina rêya şehîdan da.

4 hezîran, 2024   13:52
HESEKÊ

Şêniyên Til Temirê, endamên saziyên civaka sivîl, nûnerên partiyan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî sersaxî ji malbata şehîd Botan Serêkaniyê re xwest. 

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Tahir Yunis di merasîmê de axivî û got: "Şehîdan li hember êrişên dagirkeriya Tirk berxwedaneke dîrokî nîşan da. Em wê berxwedanê silav dikin. Em gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî hilbijartinên li herêmê şermezar dikin û jê re dibêjin gel dê vîna xwe ruxmî gefên we jî nîşan bide."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhan Canfeda jî got: "Hêza gel di yekitî û hevgirtina li gel hêzên leşkerî de ye. Em lanetê li ajan û xayînên xwe firotine dewleta Tirk a dagirker, dikin."

Her wiha hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Temirê Ridwan Xelef axivî û rola şehîdan silav kir û îşaret bi girîngiya hilbijartinên şaredariyan kir.

Apê şehîd Mistefa Salih jî axivî û soz da ku rêya şehîdan berdewam bikin ta ku serkeftinê bi dest bixin.

(şx)

ANHA