Dagirkeran li goristana Şehîdan mêtîngeh ava kir

Dewleta Tirk a dagirker li cihê goristana Şehîdan a li gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Dagirkeran li goristana Şehîdan mêtîngeh ava kir
4 sibat, 2024   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker piştî  ku di 18’ê Adara 2018’an de Efrîn dagir kir, goristana Şehîdan a  li gundê Qaziqlî yê navçeya Cindirêsê wêran kiribû.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, dewleta Tirk bi rêya Komeleya bi navê Menaret El Beher  (Navê wê yê Tirkî Deniz Fenerî) li ser şehîdgehê avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Wekî tê zanîn Deniz Fenerî di bin navê îslamiyetê de wekî komeleyekê bi îdiaya alîkariyê li Tirkiyeyê hatiye avakirin. Ji aliyê hikumeta AKP-MHP’ê ve tê destekkirin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê bi desteka desthilata AKP’ê bi navê alîkariyê dijî nirx û destkeftiyên Kurdan kar dike.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya niha jî goristana Şehîdan a li navçeya Şera wêran kiribû. Li goristana Şehîdan a li Serêkaniyê jî baregeha leşkerî ava kiribû.

(bb)

ANHA