Selahattîn Soro: Rêber Apo di 1998’an de jî diyar kir ku eger mafên Kurdan werin naskirin ew amade ye PKK'ê fesih bike

Rojnameger Selahattîn Soro da diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan ruxmê ku Komploya Navneteweyî li hember wî dest pê kiribû jî di 13’ê Îlona 1998’an de bi peyamekê di MED TV'yê de careke din banga xwe ya 1’ê Îlona 1998’an a agirbestê ji raya giştî ya cîhanê re dubare kir. Soro got “Di wê peyamê de Rêber Apo got eger dewlet maf û nasnameya gelê Kurd nas bike, ew amade ye PKK'ê fesih bike.”

Selahattîn Soro: Rêber Apo di 1998’an de jî diyar kir ku eger mafên Kurdan werin naskirin ew amade ye PKK'ê fesih bike
8 cotmeh, 2026   02:35
NAVENDA NÛÇEYAN

9'ê Cotmeha 1998'an wek destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan tê pênasekirin. Di ser vê dîrokê re 28 sal derbas bûn. Tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî, plan, hevkariyên herêmî-navneteweyî û polîtîkayên ku bi komployê ketibûn meriyetê, di astên cuda de hê jî bandora xwe didomînin. Lê belê Rêber Abdullah Ocalan ji roja ewil ve hewldanên komployê dîtibûn û li hember wê bi rêyeke nû ya paradîgmayî dest bi têkoşîn û berxwedanê kir.

Di encama berxwedana 28 salan a li hemberî Komploya Navneteweyî, şertên tecrîdê û dîlgirtina li Îmraliyê de, Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka sedsalî ya Kurd ji sêdarê derxist û anî ser maseya çareseriyê ya dîrokî û siyasî. Îro jî bi pêşketina nîqaşên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, pozîsyon, mîsyona siyasî û statuya wî ya qanûnî û navneteweyî di rojeva sereke ya Tirkiye û Rojhilata Navîn de cih digire.

Rojnameger Selahattîn Soro têkildarî komploya 9’ê Cotmehê, encamên wê yên dîrokî û nîqaşên li ser statuya Rêber Abdullah Ocalan a di qonaxa nû de, bersiva pirsên ajansa me da.

Wek rojnamevanekî ku di wê demê de pêvajoya Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir ji nêz ve şopandiye, hûn bûyerên ji derketina ji Sûriyeyê heta qonaxên Yewnanistan û Rûsyayê çawa dinirxînin? Di wan rojan de, li pişt pêşketinan we kîjan hesabên siyasî û navneteweyî didîtin?

Bi minasebeta Roja Aştiyê ya Cîhanê, di 1'ê Îlona 1998'an de Rêber Apo agirbest îlan kir. Di 13'ê Îlonê de jî bi peyamekê di MED TV'yê de careke din banga xwe ya agirbestê ji raya giştî ya cîhanê re dubare kir. Di wê peyamê de got eger dewlet maf û nasnameya gelê Kurd nas bike, ew amade ye PKK'ê fesih bike. (Kesên ku bixwazin, dikarin vê peyamê di arşîvan de bibînin.)

Wê demê hêzên navdewletî, bi taybetî Îngilistan û Amerîka, dixwest li Tirkiyeyê û li Rojhilata Navîn alozî û qeyranekê derxin, da ku mudaxeleya xwe ya li Rojhilata Navîn temam bikin. Ji ber ku mudaxeleya li dijî Seddam a di navbera 1991 û 1993'yan de bi awayê ku wan dixwest, pêk nehatibû. Wan dixwest hem tevgera azadiyê ya Kurdan ku pêşengiya wê Rêber Apo dikir, bikin hincet û tesfiyekirina wê çêkin, hem jî bi şerê Kurd û Tirkan li Rojhilata Navîn dîzayneke nû bidin destpêkirin.

Rêber Apo ev yek dîtibû. Ji sala 1993'yan ve dixwest pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane û bi diyalogê çareser bike. Wê salê Turgut Ozal pêvajoyek da destpêkirin û rehmetî Mam Celal Talebanî tê de navbeynkarî kir. Di Adara 1993'yan de agirbest hate îlankirin; lê di Nîsanê de Turgut Ozal bi awayekî bişik û guman mir û pêvajo xera bû. Piştî wê jî, her carê ku xwestin pêvajoyeke wiha bi pêş bixin, hem ji aliyê hêzên hundirîn hem jî ji aliyê hêzên derve ve mudaxele çêbû.

Piştî agirbesta 1'ê Îlona 1998'an ku Roja Aştî ya Cîhanê hatibû îlankirin, lûtke bû. Rêber Apo agirbest îlan kir. Piştî îlankirina agirbestê artêşa Tirkiyeyê (yek ji fermandarên artêşa Tirk Atîlla Ateş fermandarî dikir) hat ser sînorê Sûriyeyê û heta asta şer gef li Sûriyeyê xwar. Hin kes çûn hevdîtin kirin, serokê Misrê Husnî Mibarek çû Şamê û Hafiz Esad ziyaret kir, hin hêzên din jî ketin nava dan û standinan, heta ku roj gihîşt 9'ê Cotmehê ku Rêber Apo ji Sûriyeyê derkeve. Rêber Apo ji Sûriyeyê derket da ku vê planê pûç bike; lê ket nav planeke NATO'yê. Yek ji endamên NATO'yê jî Yewnanistan e. Beriya ku Rêber Apo ji Şamê derkeve, şandeyeke payebilind ji Yewnanistanê, ji şexsiyet, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar û rojnamevanan pêk dihat, çûbû Şamê û serdana wî kiribû. Wan xelata herî mezin a Yewnanistanê diyarî wî kiribû û ji Rêber Apo re gotibû "Eger rojekê bixwazî werî welatê me, deriyê me ji te re vekirî ye."

Komplo wê demê bi pêş ket. Ji Îlona 1998'an heta 9'ê Cotmehê, yanî nêzî mehekê, Rêber Apo li rêyekê geriya da ku vexwendina Yewnanistanê dabû, pratîze bike. Lê di 9'ê Cotmehê de, dema ku Rêber Apo ji Şamê bi rê ket û gihîşt balafirgeha Yewnanistanê, ji wan dostên ku ew vexwendibû yek jî li wir tune bû. Serokê îstixbaratê diçe û ji Rêber Apo re dibêje "Hûn nikarin bikevin welatê me" û ew dersînor kirin. Komployê bi vî awayî dest pê kir.

Sedemên wê gelek bûn; Îngilistanê dixwest pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn li gorî xwe dîzayn bike; Amerîkayê dixwest pirsgirêka Kurd bike hincet û mudaxeleyî Rojhilata Navîn bike; her wiha dixwestin hebûna Rêber Apo û PKK'ê li Sûriyeyê bikin hincet û mudaxeleyî Sûriyeyê bikin. Bi kurtî, ev planeke pir berfireh û kûr bû. Plana ku di 2011’an de bi destê Îxwanî Mislîmîn û El Nusrayê çêbû, esasen dixwestin di 1999’an de pêk bînin.

Ev mudaxeleya ku dihat plankirin, di serê xwe de dixwestin di şexsê Rêber Apo û PKK'ê de li Rojhilata Navîn pêk bînin. Lê her carê Serok ev mudaxele têk bir, rêbaza mudaxelekaran pûç kir û ji ber vê yekê jî Rêber Apo kirin hedef.

Di salên 1990’î de li Amerîkayê pirtûkek hatibû nivîsandin ku bûbû yek ji pirtûkên herî zêde dihatin firotin. Navê wê pirtûkê ‘Zilamê ku Bûye Sedema Şer’ bû û tê de behsa derketina Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dihat kirin. Di romanê de navê qehreman "Qeyhan" bû û behsa rêberekî Kurd dikir ku ji Tirkiyeyê derdikeve, diçe Sûriyeyê, rêxistinekê ava dike, bendavan diteqîne û dibe sedema derketina şerekî mezin li Rojhilata Navîn. Di hefteya ewil a Cotmeha 1998'an de keştiyên şer ên Amerîkayê hatibûn Kendava Îskenderûnê û gef li Sûriyeyê dixwarin ku yan Rêber Apo ji wir derxin an jî dê mudaxele bikin.

Beriya ku Rêber Apo derkeve, komeke rojnamevanên Îngilîz çûbûn wir. Bi rêya teknolojiya lazer û koordînatên GPS'ê yên wê demê, amadekariya êrişeke fuzeyan ji ser wan keştiyan rasterast bo ser mala wî ya li Şamê dihat kirin. Rêber Apo jî bi xwe anîbû ziman; “Wêneyên her kesî kişandin, lê tenê ya min nekişandin.” Li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn û li hember Kurdan amadekariya mudaxeleya leşkerî û fîzîkî di asteke pir bilind de dimeşiya. Rêber Apo ev hemû dîtin.

Di wê demê de du rê li pêşiya wî hebûn; an biçûya çiyê nava gerîla, yan jî berê xwe bida Ewropayê. Çûyîna çiyê bi xwe wiha dinirxîne: “Eger ez biçûma, di şexsê min de dê hemû hevalên min îmha bikirana û şerekî pir qirêj bidana meşandin. Ji ber vê yekê min çiya tercîh nekir. Îhtîmaleke pir lawaz bû, min Roma, Ewropa esas girt, min xwest pirsgirêka Kurd li Ewropayê çêbû, ez biçim pirsgirêkê bi rêya siyasî û dîplomasiyê li wir bidim çareserkirin. Li ser vî esasî derketinek çêbû. Lê ev rêwîtî bi operasyoneke komploger a navneteweyî ya ku CIA, MOSSAD û hêzên din tê de bûn, dewam kir û di 15'ê Sibata 1999'an de li paytexta Kenyayê Naîrobiyê, Rêber Apo hate desteserkirin û radestî îstîxbarata Tirkiyeyê hat kirin.

Di 28 salên derbasbûyî de, bi berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, parastinên wî û perspektîfên çareseriyê yên ku wî pêş xistine, xuya dibe ku nîqaş êdî ne tenê mijareke komployê ye, lê veguheriye nîqaşa statuya siyasî û hiqûqî ya Rêber Abdullah Ocalan. Li gorî we, hatina "statuya Rêber Abdullah Ocalan" a navenda rojevê xwedî çi wateyeke dîrokî û siyasî ye?

Ji 15'ê Sibata 1999'an heta roja me ya îro serdemeke cuda ye; serdema dîlgirtin û esareta Îmraliyê ye. Li hemberî vê jî têkoşîn û berxwedaneke mezin a Rêber Apo û ya gelê Kurd heye. Di dîroka gelê Kurd de esareta pêşeng, rêber û serhildêran her gav pir bi êş û elem derbas bûye; mîna ya Şêx Seîd û gelekên din. Lê berxwedana ku Rêber Apo bi tena serê xwe ev 28 sal e li Îmraliyê dimeşîne, di dîrokê de mînakeke kêmpeyda û berxwedaneke gelekî mezin e.

Bi rastî jî di dîroka gelê Kurd de esareta rêber, pêşeng û serhildêran her tim pir bi êş û xemgînî derbas bûye. Di bîra me hemûyan de ye ku gelek pêşeng û rêberên gelê Kurd di serhildanan de zû şikestin. Şikestinên wan bi xwe re têkoşîn û serhildan hemû bi dawî kirin; di nav gel de bêhêvîtiyeke mezin û di tevgeran de belavbûneke kûr û kambax çêkir. Wekî ku Rêber Apo jî dibêje: “Xwezî ev serhildan çênebûna.” Ji ber ku her car piştî hewldaneke biçûk şikestin çêdibû û vê yekê jî bêhêvîtî û şikestina îradeyê di nav gelê Kurd de kûrtir û mezintir dikir. Hemû rêberan di bin sêdarê de gotina xwe ya dawîn digot, aqûbeta wan nediyar dima û serhildan jî têk diçûn. Lê berxwedana herî mezin a ku Rêber Apo bi tena serê xwe li wir dimeşîne sebreke mezin, têkoşîneke kûr û îradeyeke di asta herî jor de dîroka van du sed salên dawîn serobin kir û veguherand werçerxeke nû.

Gava ku Rêber Apo hate dîlgirtin, saziyeke lêkolînê û ya stratejîk a Îngilistanê daxuyaniyek dabû û gotibû: “Hişmendiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya Kurdan, li ser esasê rêber û pêşengan ava bûye. Rêber û pêşengê wan wek stûna konê ne. Ew stûn Ocalan e; niha ku ew hate girtin û dîl ketiye, tevger dê di nava 6 mehan de hilweşe.” Lê em îro dikevin sala 28'an; li şûna ku ew stûn hilweşe, hê xurttir, mezintir û geştir bû.

Ji bo vê jî divê mirov rastiya Rêbertî û Rêber Apo kûr bixwîne, lêkolîn bike û fêm bike ka çi ferq û cudahiya vê ji dîroka me ya berê heye. Ne hewce ye em biçin dîroka pir kevn; di sedsala dawî ya Komarê de Şêx Seîd û Seyîd Riza gotina xwe ya dawî ya serhildanê li ber sêdarê gotibûn. Lê Rêber Apo dîrokek ji sêdarê û ji goristanê anî ser maseyê. Wî gelek, civakek, nasnameyek û têkoşînek derbasî qonaxeke nû kir.

Ev qonax heman têkoşîn û berxwedana Îmraliyê ye ku Rêber Apo jê re dibêje “Zayîna Sêyemîn.” Ev zayîneke pir cuda ye, ji aliyê fikrî, hişmendî, paradîgmayî, civakî û rêxistinî ve gelê Kurd êdî ne wek eşîret, malbat an qebîle, lê wek neteweyekî xwedî îrade derketiye ser dika cîhanê. Ev hemû jî encama pêşketina fikrî, ramanî, paradîgmayî, rêxistinî û gerdûnî ya kesayetiya Rêber Apo bi xwe ye.

Bi rastî jî rewşa wî wekî ya pêxemberan e; mirov dikare bibêje mîna ya Yûsif pêxember a di bîrê de ye. Li wir îradeyeke pir mezin nîşan da, têkoşîneke bêhempa meşand û derketina gelê Kurd a li qada navneteweyî bi sîstemeke nû geş kir. Gelê Kurd bi têkoşîna jinê, bi ramana înternasyonalîzmê, bi parastina ekolojiyê, bi rêxistiniya civakî û bi projeya neteweya demokratîk bi modelekî gelekî nû derket pêş.

Ji ber vê jî divê mirov têkoşîna Rêber Apo gav bi gav fêm bike. Di dadgehê de rûniştina ewil de her kesî li bendê bû ku ew bi awayekî klasîk meydanê ji dewletê re bixwîne. Lê wî ne ji dewletê re, rasterast li hemberî Modernîteya Kapîtalîst meydanxwendinek pêş xist. Parastina wî ya yekem a sala 1999'an li ser bingeha "Komara Demokratîk" bû. Parastinekî ji rêzê ku di dîrokê de em li bendê bûn nekir, di alî hişmendî û ramanî de parastin kir. Rêber Apo digot: “Dixwazin di şexsê min de şerekî korane di navbera gelê Kurd û Tirk de bidin destpêkirin; ez ê tu carî nebim amûrê vî şerê korane.”

Ji wê rojê heta îro wî bi serê derziyê bîr kola û ev têkoşîn gihand asteke pir bilind. Ev ked di pênc pirtûkên şaheser de şênber bû: du cildên li ser Şaristaniya Kapîtalîst, Sosyolojiya Azadiyê, Qeyrana Rojhilata Navîn û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk, û pirtûka pêncan ku Manîfestoya Çareseriya Demokratîk e û behsa têkoşîna li dijî qirkirina çandî dike. Her wiha di 27'ê Sibata 2025'an de bi Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk ev xebat gihîşt merheleyeke nû û em îro di wê pêvajoyê de dijîn. Têkoşîna nêzî 28 salan a li Îmraliyê, nasnameya gelê Kurd li qada neteweyî, herêmî û navneteweyî gihand asteke wisa ku êdî înkarkirina wê ne pêkan e. Li hemberî neteweperestî, nijadperestî, olperestî, zayendperestî, sosyalîzma dewletparêz a klasîk û netewe-dewletê, wî alternatîfek di warê bîrdozî, pergalî û hişmendiyê de afirand ku ev bi rastî jî zayîneke bêmînak e.

Îro di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Qanûna Çarçoveyê, Komîsyona Şopandinê ya Meclisê, hevdîtinên Îmraliyê û rola Rêber Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de tên nîqaşkirin. Wek rojnamevanekî ku ji 1998’an heta îro şahidiya vê pêvajoyê kiriye, li gorî we di qonaxa pêş de der barê statuya Rêber Abdullah Ocalan de divê çi gav bê avêtin? Ev gav ji bo aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê tê çi wateyê?

Mîmar, pêşeng û nûnerê sereke yê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Ji bo ku ev pêvajo bi rê ve biçe û bigihîje encameke bi rûmet, pêwîst e rol û mîsyona Rêber Apo di warê zagonî, hiqûqî, siyasî û exlaqî de bi awayekî fermî bê pênasekirin. Beşek ji vê hatiye pênase kirin, lê hêj temam nebûye.

Gava yekem a pêvajoyê ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hat avêtin: bangewaziya 27'ê Sibata 2025'an, ragihandina agirbestê, biryarên kongreyê yên Adar û Gulanê, di 11'ê Tîrmeha 2025'an de pêngava şewitandina çekan û piştre vekişandina hêzên ji ser sînor... Ev hemû gav bi biryardarî hatin avêtin.

Lê lingê duyem ê esasî ew e ku divê dewlet jî gavan biavêje. Li aliyê dewletê komîsyonên cuda di bin koordînasyona hikûmetê de hatin rojevê. Lê heke kordînasyoneke mayînde ya ji bo aştî û siyasîbûnê hebe, divê dewlet muxatabtiya Rêber Apo di qada zagonî de qebûl bike û pênaseyekê bide statuya wî. Ji ber ku sedema serekî ya vê têkoşîna 50 salan û bandora wê ya li ser sedhezaran mirovan rasterast bi pêşengî û sazûmankariya wî ve girêdayî ye. Lewma bêyî çareserkirina statuya muxatabê sereke, afirandina çareseriyeke hiqûqî û aştiyeke mayînde mimkun nabe.

Dewlet îro dibêje em ê çareser bikin lê li gorî gotina xwe nêzî Rêber Apo nabe. Pêwîste li gorî gotina xwe nêzik bibe. Ji bo vî jî pêwîste pênaseyek zagonî, hiqûqî û siyasî were kirin. Û wiha statuya wî were naskirin û muhatap were girtin. Şer di şert û mercên wekhev de çênabe diyalektîka xwe cuda ye lê aştî di wekhevî de çêdibe heke wekhevî tunebe aştî çênabe. Pêwîste şert û merc wekhev be. Dewlet aliyeke û hemû derfet destan de ye aliyekî jî Rêber Apo ye û hîna jî Rêber Apo di şert û zirûfên esaretê de ye li Îmralî tenê pênç heval li kêleka wî ye. Mehên an çil rojan carekî bi daxuyaniyek pêvajoyên wek pirsgirêka Kurd ku 200 sal û 100 sedsalê komarê de 67 sal bi şerê Kurdan derbas bûye bi vî rengî nayê çareser kirin.

Li ser maseyê pêwîste destê Rêber Apo rehet be, ekîba wî, rêveberiya xebatê hebe, pozîsyona wî were pênase kirin, dan û standina wî bi ragihandin, siyasetmedaran, tevgara xwe re çêbe, parlamentoyê, civaka Tirk, akademîsyenan re karibe hîtap bike. Ev şert û zirûfan jî divê dewlet çêbike. Ji bo ev çêbibin jî pênaseya Serok hate kirin şûnde karibe bangawazî bike. Niha dibêjin niha gerîla çek danayne.  Heta ku pozîsyona Rêber Apo reva nebe, qanûnî nebe Serok nikare bang bike. Piştî ku ev prosedurên qanûnî çêbûn şûnde û şert û zirûfên xebatê çêbûn wê Rêber Apo bang bike. Piştî bangê veger piştî vegerê jî Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) biperijîne ku ev qanûn bikeve meriyetê. Ji bo qanûn bikeve meriyetê jî û pêvajo jî bimeşe yekane şert ewe ku statuya Rêber Apo zelal bike. Ev mijar mifteya pêvajoyê û stratejîk e. Di demên pêşiya me de hem gelê Kurd bi têkoşîna xwe li her dewerê bi çalakî û rêxistinên xwe dê pozîsyona Rêber Apo xurt bike. Erk û berpisyarî li ser pişta dewletê ne.