Sekreterê Partiya El Weten: Di vê qonaxê de hevgirtin divê

Sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê Sabit El Cewher destnîşan kir ku pêşxistina aştiya civakî û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de girîng e, qonaxa heyî bi hacetî hevgirtina di xebatên nîştimanî de û dûrketina ji gotara nefret û fitneyê ye.

Sekreterê Partiya El Weten: Di vê qonaxê de hevgirtin divê
8 cotmeh, 2026   06:40
HESEKÊ

Têkildarî nîqaşên têkildarî pêşxistina îstiqrar û aştiya civakî ya Sûriyeyê, birêxistinkirina têkiliya di navbera pêkhateyan de sekreterê giştî yê Partiya El Weten a Sûriyeyê Sabit El Cewher axivî û da zanîn ku partiya wan di salên borî de hejmareke dosyayên nîştimanî şopandine, di xebatên xwe de bal kişandine ser pêşxistina aştiya civakî, berfirehkirina qada diyalogên di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

El Cewher destnîşan kir ku hinek malperên medyaya dijîtal bi armanca derxistina fitneyê di navbera pêkhateyan de, gotara nefretê bi kar tînin.

Sabit El Cewher diyar kir ku nûnerên eşîrên Ereb û Kurdan, zanyarên olî û kesayetên neteweyî ji bo xurtkirina hezkirinê û jiyana hevbeş roleke baş dilîzin, ev hişmendî bi salan li parêzgeha Hesekê heye.

El Cewher bal kişand ser girîngiya parastina aştiya civakî, ewlehî û îstiqrara di navbera pêkhateyên cuda yên Sûriyeyê de û da zanîn ku ew gotara nefretê red dikin, ji bo hewldanên bikaranîna medyaya dijîtal ji bo parçekirin û xizmeta aliyên derve, hişyarî da.

Sabit El Cewher destnîşan kir ku edaleta veguhêz û misogeriya mafê destûrî ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê girîng e, pêkanîna xwepêşandanên aştiyane mafê şêniyan e, lê divê ew di çarçoveya qanûnî de pêk bê.

El Cewher kiryarên ku di nava xwepêşandanan de tên kirin rexne kir, di nav de êrişa ser sembol û alên girêdayî pêkhateyên civakê jî red kir û da zanîn ku ev kiryar bandorê li xebatên entegreya civakî dikin.

Sabit El Cewher diyar kir ku li hember kiryarên ku tên kirin kesayet û çalakvanên civakî hene van kiryaran red dikin û ji bo piştgiriya avakirina dewletê li ser bingehên qanûnî û destûrî xebatan didin meşandin, vê yekê jî ji bo misogeriya mafê pêkhateyên Sûriyeyê dûrî fitne û gotara nefretê pêk tînin.

Sabit El Cewher di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku daxwazên sûriyeyiyan avakirina dewleteke xwedî edalet, qanûn û mafê hemû pêkhateyan e, nêrîna partiya wan jî girêdayî misogeriya mafê destûrî, dûrxistina gotara nefretê û fitneyê ye.

(sb)

ANHA