Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin

Piştî qutkirina ava çemê Xabûrê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, cotkarên Şedadê dest bi lêgerîna alternatîfan kir. Cotkaran bîrên avê kolan û pergalên enerjiya rojê bi kar tînin.

Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
Cotkar bi rêbazên nûjen pirsgirêka avê çareser dikin
8 nîsan, 2025   03:45
HESEKÊ
XIDIR FEYAD

Piştî ku pirsgirêka ziwabûnê dijwar bû, bi taybet ji ber kêmbûna barîna baranê, her wiha ziwabûna ava çemê Xabûrê, cotkarên gundewarên Hesekê zehmetiyan dikişînin.

Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê, gelek cotkaran xwe spart çareseriyên alternatîf, wek kolandina bîrên avê û bikaranîna enerjiya rojê ji bo xebitandina pergalên avdanê, da ku ava pêwîst ji bo çandiniyê bi awayekî domdar peyda bikin.

Di vê çarçoveyê de cotkarê bi nav Feysel El Hemûd ê ji gundê El Selmasa yê Şedadê, behsa ezmûna xwe ya bikaranîna vê teknolojiya nûjen kir.

El Hemûd got sîstema enerjiya rojê ku niha bikar tîne, lêçûnên xebitandinê bi awayekî  berbiçav kêm kieiye kir. Bi saya enerjiya rojê ew niha dikarin trumpên avê yên bi hêz bikar bînin, ku niha ew dikar erdekî bi ferehiya 15 doniman ku bi gelek cûreyên çandiniyê yên mîna ceh, pîvaz, û sîr, av bidin.

El Hamûd tekez kir ku ezmûna wan a bikaranîna enerjiya rojê ji bo başkirina avdanê di hemû werzên çandiniyê serkeftî bû, û da zanîn ku ev çareserî alîkariya wan kir ku hilberîna xwe ya çandiniyê biparêzin tevî kêmbûna baranê û ava çeman jî.

Ezmûnên cotkarên bajarê Şedadê yên bikaranîna enerjiya rojê li şûna jeneratoran gaveke girîng e ber bi derbaskirina guherînê jîngehê yên û parastina sektora çandiniyê, bi taybet piştî kêmbûna çavkaniyên avê.

Tevî zehmetiyên mezin, cotkar nîşan didin ku ew dikarin rêyên nû peyda bikin û xwe bispêrin teknolojiyên nûjen ji bo derbaskirina kêşeyên çandiniyê, ev tişt jî biryardariya wan a domandina hilberîna çandiniyê li herêmê nîşan dide.

(k)

ANHA