Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin

Beşdarên xwepêşandana Tevgera Ciwanên Şoreşger a li bajarê Hesekê diyar kir ku ew amade ne li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker, bisekinin.

Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
Ciwanên Şoreşger: Em amade ne li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin
29 cotmeh, 2024   21:44
HESEKÊ

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan bi xwepêşandanekê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Dêra Aşûrî dest pê kir û ber bi Çerxerêya Şehîdên Suryan a taxa Nasira ve bi rê ket.

Li wir rêveberê Tevgera Ciwanên Şoreşger Harûn Tolhildan destnîşan kir ku êrişên li dijî binesazî û avahiyên xizmetguzariyê yên herêmê ku li pêş çavên cîhanê pêk hatine tiştekî nemantiqî ye.

Tolhildan wiha domand: "Em amade ne li hemberî astengiyên ku dewleta Tirk ji bo têkbirina şoreşa me pêk tîne, bisekinin."

Di dawiya axaftina xwe de Tolhildan ji bo pêkanîna armancên gelên herêmê soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Rêber Abdullah Ocalan nû kir.

(mh)