Ciwanên Şoreşger: Dem dema seferberiyê ye

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi gotina “Xweparastin mafê me yê herî xwezayî ye” li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga seferberiyê kirin.

Ciwanên Şoreşger: Dem dema seferberiyê ye
1 kanûn, 2024   18:04
NAVENDA NUÇEYAN

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bi şêwazên qirkirinê li ser Rojhilata Navîn de her diçe zêde dibe. Şer û pevçûnên ku li cîhan û Rojhilata Navîn diqewimin bandorê li tevahiya Sûriyeyê dike, rewşa niha ya welat aloztir dike û ji bo gelên herêmê dibe sedema metirsiyên mezin. Li beramberê şerê yekane çareserî xwe spartina heza xwe ya cewherî ye. Wek tê zanin çeteyan, 27’ê Mijdarê bi desteka dewleta Tirk a dagirker û faşîst dest bi êrişan kirin. Ji ber vî weke ciwan û jinên ciwan divê em ji hemû cureyên şer û pevçûnan re amade bin û karibin li dijî van şeran pêşengiya berxwedanê bikin.

Em weke Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo parastina gel û axa xwe amade ne. Li ser esasê îdeolojî, bawerî û hêza ku me ji Rêber Apo girtiye û bi ruhê fedaî yê ku me ji Şehîd Asya û Şehîd Rojger girtiye, em ê li dijî van êrişên qirêj li ber xwe bidin û tê bikoşin. Li ser vî esasê em bangawazî dikin ku hemu ciwan seferber bibin û tevlî hêzên parastina xwe bibin û şer bikin.

Divê ciwan û jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Ermenî, Asûrî û Tirkmen piştgirî bidin hêzên xweparastinê ên li eniyên şer û weke her car bi hev re welatên xwe biparêzin. Her ciwanek li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, divê xwe weke şervanekî/ê azadiyê ya Rêber Apo bibîne û li gorî vê berpirsyariyê bigire ser milê xwe; ji ber ku xweparastin mafê herî xwezayî ye. Me berê bi pêşengiya ciwan û jinan şoreşa Rojava bi dest xist. Bi dînamîzma ciwanan û fikir û felsefeya Rêber Apo, çeteyên DAIŞ’ê hatin şikandin û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker hatin pûçkirin. Niha dema zindîkirina ruhê şoreşê ye. Di vî qonaxa dîrokî de em bi rihê  Şoreşa 19ˈê Tirmêhê xwe seferber bikin û şoreşa gelan ser bixin.

Li ser vê bingehê em bang li tevahî jinên ciwan û ciwanên Apo’yî dikin:

Werin em dawî li şerê qirêj ê li Rojhilata Navîn bînin û hemû cure planên qirêj têk bibin.

Werin em ji bo hemû gelên bindest jiyanek azad, wekhev û bi rûmet pêk bînin.

Werin tevlê Cenga Azadiyê bibin, şer bikin; axa xwe, welatên xwe biparêzin!!!”"

(bb)