Ji ber êrişan stasyona ceyranê ya li Til Temirê ji xizmetê derket

Ji ber êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundewarê  Til Temirê stasyona ceyranê ji xizmetê derket.

Ji ber êrişan stasyona ceyranê ya li Til Temirê ji xizmetê derket
1 kanûn, 2024   17:15
HESEKÊ

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên gundewarê Til Temirê yê kantona Cizîrê dewam dikin.

Nûçegihanê ji Til Temirê diyar kir ku dagirkeran stasyona ceyranê ya li aliyê bakurê bajar topbaran kir û di encamê de stasyon ji xizmetê derket.

Artêşa dagirker û çeteyên îro gundê Tewîla yê rojavayê Til Temirê û gundê Qibûr El Qeraçîne yê li rojhilatê bajar topbaran kirin.

(bb)

ANHA