Ciwanan li dijî komploya navneteweyî banga xurtkirina têkoşînê kir

Tevgerên ciwanan ên li Reqayê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û ji bo azadiya fîzîkî Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.

Ciwanan li dijî komploya navneteweyî banga xurtkirina têkoşînê kir
5 sibat, 2024   20:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, Yekitiya Jinên Ciwan, Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê li ber avahiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a li bajarê Reqayê hatin ba hev û bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir. Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Reqayê Buşra El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komplo hat şermezarkirin û hat gotin tecrîd giran a li ser Rêber Abdullah Ocalan sûcekî dermirovî ye.

 Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ruxmî tecrîdê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li her deverê belav bûye û ji tevahî gelên herêmê re bûye rêya azadî û tekoşînê.

Di daxuyaniyê de îşaret bi nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê jin û ciwanan de hate kirin. Hate  gotin ku Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin daye jin û ciwanan û banga beşdarkirina wan di tevahî qadên civakê de dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ji dewleta Tirk a faşîst û çeteyên hevkarên wê re dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin. Em di wê baweriyê de ku em ê di demeke nêzîk de azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Azadiya Rêbertî azadiya me ye û azadiya me ji azadiya Rêbertî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Em tevgerên ciwanên ên li Reqayê bang li tevahî gelên bindest, ciwanan û jinan dikin ku tev li pêngava ji Rêbertî re azadî bibin  û piştgiriyê bidin pêngavê. Her wiha em bang dikin ku beşdarî meşa dirêj a li Tebqayê bibin ku dê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were."

(bb)

ANHA