Kovan a Êzidî piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî

Jina ciwan a Êzidî Kovan Îdo Xorto ya ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû revandin û YPJ’ê ew rizgar kiribû, piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî.

Kovan a Êzidî piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî
Kovan a Êzidî piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî
Kovan a Êzidî piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî
Kovan a Êzidî piştî 9 salan têkilî bi malbatê re danî
5 sibat, 2024   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de, 4’ê Sibatê jina ciwan a Êzidî ya bi navê Kovan Îdo Xorto (24) ji kampa Holê rizgar kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi desteka YPJ û QSD’ê di 27’ê Çileyê de qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyon li kampa Holê bi armanca têkbirina şaneyên çeteyên DAIŞ’ê hat destpêkirin

Li gorî nûçeya malpera YPJ’ê parve kiriye, bi hevkariya YPJ’ê û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Kovan piştî 9 salan bi rêya telefonê têkilî bi malbata xwe re danî.

(bb)