113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin

Li gorî plansaziya xebatê û dabînkirina pêdiviyên dibistanan û sererastkirinên guncaw Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê li navçeya Dirbêsiyê û bajarokên wê 113 dibistanan sererast dike.

113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
113 dibistanên Dirbêsiyê tên sererastkirin
31 ÇILE, 2024   05:38
HESEKÊ

 Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Dirbêsiyê ji bo dabînkirina pêdiviyên dibistanên navçe, bajarok û gundewarên wê dest bi sererastkirina 113 dibistanên navçeyê kir.

Li dibistanên dê xebatên sererastkirinê bên kirin 9 hezar xwendekarên her sê qonanxan dixwînin.

Endamê rêveber ê Rêveberiya Dibistanên Dirbêsiyê Aldar Faris anî ziman ku 6 dibistan bi temamî hatine sererastkirin; ji aliyê derve û refan ve.

Faris wiha domand: "Xebatên sererastkirinê beşî ne; guhartina deriyên sereke, deriyên refan, pencere, biyaxkirin, guhartina depan, dirêjkirina boriyên avê, avakirina destavan, anku li gorî pêdiviya her dibistanekê."

Li gorî Faris dê sererastkirin li tevahî dibistanan bên kirin, da ku tu pirsgirêk di xebatên perwerdê de çênebin.

(fr)

ANHA