Li Ûrmiyeyê ji ber lêhiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan

 Li bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê di encama lêhiyê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li Ûrmiyeyê ji ber lêhiyê 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
23 cotmeh, 2026   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Ûrmiye ya Rojhilatê Kurdistanê barana zêde bû sedema lehiyê. Şeva borî di lehiyê de 2 kes mirin, 2 kes winda bûn û 6 kes jî birîndar bûn.

Bi dîtina cenazeyekî din ê serê sibê re hejmara miriyan gihîşt 3 kesan. Xebatên lêgerînê ji bo windayan hê jî berdewam in.