Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesî qetil kir

Çeteyên hikumeta demkî li Reqayê malbateke Kurd a 5 kesî ya ji gundê Kork ê gundewarê Kobanê, dema xwest ji Reqayê derkevin, qetil kir.

Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesî qetil kir
Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesî qetil kir
Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesî qetil kir
Çeteyan li Reqayê malbateke Kurd a ji 5 kesî qetil kir
22 ÇILE, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker malbateke Kurd a ji 5 kesan pêk tê ya ji gundê Kork ê gundewarê bakurê rojhilatê Kobanê, dema hewl dida ji bajarê Reqayê derkeve, qetil kir.

Dema malbatê hewl da ji hovîtiya çeteyan ji bajarê Reqayê bireve, çeteyan ew înfaz kirin. Li gorî çavkaniyan cenazeyên malbatê li ser rêyan bûn.

Navên ferdên malbatê wiha ne; bav-Mihemed Îsmaîl El Salih, dayik-Sara Şahîn Salih, Yûsif Mihemed Salih, Leyla Mihemed Salih û zarok-Evîn Mihemed Salih.

Çeteyên hikumeta demkî û yên dewleta Tirk a dagirker, piştî ketina bajarên Reqa û Tebqayê sûc û komkujî li dijî piranî malbatan pêk anîn, bi taybet jî li dijî malbatên Kurd. Ji dest hovîtiya çeteyan malbat bi darê zorê koçber bûn û yên nikarîn bireviyana jî hatin qetilkirin.

(fr)

ANHA