Çeteyan li Girê Spî li bijîşkekî da û revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Girê Spî li bijîşkekî da û dûre ew revand.

Çeteyan li Girê Spî li bijîşkekî da û revand
22 adar, 2024   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih ji Girê Spî yê dagirkirî ragihand ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" li bijîşkê bi navê Ebdullah El Îbrahîm daye û dûre revandiye.

Heman çavkaniyan da zanîn ku bijîşk El Îbrahîm ji birayê serçeteyekî xwestiye ku di dora nexweşan de bisekine, ji ber wê çeteyan lê daye.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji dema ku di Cotmeha 2019`an de Girê Spî dagir kiriye, sûcên herî hovane li dijî şêniyên wê dikin.

(şx)