`Mizgîniya Newrozê îsbat dike ku HPG xurt e’

Siyasetmedarên ji kantona Reqayê destnîşan kir ku mizgîniya ku HPG`ê daye ji bo gelên herêmê mizgînî ye û îsbat kir ku di vê pêvajoya dijwar de hêza HPG`ê heye.

`Mizgîniya Newrozê îsbat dike ku HPG xurt e’
22 adar, 2024   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Navendî ya Hêzên Parastian Gel (HPG) 20`ê Adarê ragihandibû ku êdî li dijî balafirên bêmirov pergaleke parastinê ava kiriye û aşkera kir ku 15 balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê xistine xwarê.

Der barê vê mizgîniyê de endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Nêroz Muslim got: "Beriya çend rojan HPG`ê mizgînî da gelê xwe. Ev mizgînî ne tenê yê gelê Kurd e lê belê yê gelên herêmê û Rojhilata Navîn. Ji bo me jî ev mizgînî di wexta wê de hat.  Ji ber ku ev balafir pêşeng û kesayetên di civakê de çalak û binesaziya herêmên me dikin hedef."

Nêroz wiha domand: "Hêzên me HPG ji bo me û gelê herêmê şer dikin. Ji ber wê ev mizgînî îsbat dike ku di vê pêvajoya dijwar de HPG`ê xurt e."

Şêwirmendê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Ednan Hemed jî got: "Ev mizgîniya serkeftinê ya Mazlûm Dogan û gerîla ye."

Hevseroka Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Hêvîn Îsmaîl jî wiha axivî: "Peyama HPG`ê ew e ku êdî dikare balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker ên ku herêmên me yên ewle dikin hedef, bixe xwarê."

Hêvîn di dawiyê de got: "Êdî em dikarin projeya xwe ya neteweya demokratîk biparêzin û herêmên dagirkirî rizgar bikin mîna Girê Spî, Serêkaniyê û Efrîn. Bi tunekirina van balafirna re, em dikarin bêjin ku êdî gelê me dikare li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekine."

(şx)

ANHA