Çeteyan ji ber ku li dijî tirkkirinê derketin 6 kes girtin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li kantona Girê Spî, ji ber ku li dijî binavkirina navendên giştî bi navên tirkî derketine, 6 kes ji kar dûr xistin û dûre girtin.

Çeteyan ji ber ku li dijî tirkkirinê derketin 6 kes girtin
15 mijdar, 2023   15:40
EYN ÎSA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Girê Spî ragihand ku qaşo “Meclisa Xwecih a Girê Spî” ya dewleta Tirk a dagirker 6 karmend ji kar dûr xistin, ji ber ku li dijî binavkirina navendên giştî wek dibistan, kolan û parkan bi navên tirkî, derketin.

Çavkaniyan da zanîn ku çeteyan her 6 karmend bi tawana sorkirin û derxistina fitneyê girtine.

Lê tenê navên 3 ji wan hate zanîn; Enes El Dexîl, Mihemed Riwêşid û Mensûr El Dendel.

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê kantona Girê Spî di Cotmeha 2019`an de dagir kiriye, siyaseta tirkkirinê li herêmê dimeşîne. Ziman û lîreyê Tirk li herêmê ferz dike. Şêniyên herêmê van kiryaran red dikin.

Di meha borî de 5 mamoste li kantona Girê Spî hatibûn girtin, ji ber ku perwerdeya bi zimanê tirkî red kiribû.

(şx)

ANHA