3 leşkerên Şamê hatin kuştin

Li gundewarên Derayê di encama teqîna mayînekê de ku çekdarên nenas çandibû, 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

3 leşkerên Şamê hatin kuştin
15 mijdar, 2023   15:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku mayîna çekdarên nenas li gundê Sukeriyê yê Derayê çandibû, teqiyaye û di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatine kuştin.

Tê destnîşankirin ku bûyerên ewlehiyê, kuştin, revandin û talankirin li herêmê serwer e.

SOHR`ê îro bîlançoyek parve kiribû û diyar kiribû ku ji destpêka Mijdarê ve li Derayê 12 êrişên bi rêbazên cuda pêk hatine, di encamê de 14 kes hatine kuştin.

Bi vî rengî, ji destpêka îsal de li Derayê 452 êriş û bûyerên ewlehiyê pêk hatine, di encamê de 358 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl û endamên hêzên hikumeta Şamê ne.

(c)