Çeteyan agir berda qadên çandiniyê
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî yên nêzî zeviyên çandiniyê yên Til Temirê şewat derxistin.
Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li derdora zeviyên çandiniyê yên Til Temirê ya kantona Cizîrê şewat derxistin.
Nûçegihanê me yê li Til Temirê xwe gihand nêzî herêmên dagirkirî û dîmenên şewatê kişandin. Di dîmenan de şewata li derdora gundên Qasimiyê, Cemîliyê, Ezîziye, Dawidiyê, Ebduselam Şerq û Ebduselam Xerbî yên li bakurê rojavayê Til Temirê diyar dibe.
Komîteyê Rewşên Awarte û şêniyên bajarê Til Temirê jî seferber bûne.
12’ê Gulanê dagirker û çeteyan li gundewarên Zirganê zeviyên çandiniyê şewitandibûn. Di 9’ê Gulanê de jî li gundewarên Rojavayê Til Temirê yên nêzî herêmên rizgarkirî şewat derxistibûn.
(bb)
ANHA