Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Til Birakê 10 dibistan sererast kirin û ji nû ve vekirin.

Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
Li Til Birakê 10 dibistan hatin vekirin
14 gulan, 2024   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Sala 2014’an di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser bajar û gundên Til Birakê de gelek dibistanan zirar dîtibû. 

Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakê bi hevkariya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Cizîrê 10 dibistanên ku wêran bûbûn, sererast kirin û ji nû ve vekirin.

Dibistanên ku hatine sererastkirin, li van gundan in; Qayîmmeqam, Xerab Siwêfat, Simêhan Xerbî, Heyayî ya Mezin, Nes Tel, Simêhan Şerqî, Bîr El Hîsan, Girbêjing, Xirbe Sert û Etê.

Ji boneya vekirina dibistanan merasîmek li gundê Qayîmmeqam ê Til Birakê hat lidarxistin. Bi dehan malbatên şehîdan û şêniyên gund beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Seîd axivî û spasiya Komîteya Rêveberiya Dibistanan kir.

Hevserokê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Til Birakê Hewaş Hesen jî şehîdên azadiyê bi bîr anîn û got vekirina dibistanan berhemên keda şehîdan e.

Di dawiyê de dayika şehîd Elî Remedan, Emîne Subhî di nav tilîliyên dayikan de dibistana gund vekir.

(bb)

ANHA