Cenazeyê şehîd Nûpelda li Sêrtê spartin axê

Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Guler Ozbey a ku di 14 û 15’ê Îlona 2018’an de li herêma Marînosê şehîd bûbû li sertê spartin axê.

Cenazeyê şehîd Nûpelda li Sêrtê spartin axê
2 kanûn, 2023   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Cenazeye gêrîlaya YJA-Starê Guler Ozbey (Nûpelda Sêrt) a ku di pevçûnên 14 û 15’ê Îlona 2018’an li herêma Katoyê Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê derketibû de, li gel 4 hevalên xwe şehîd bûbû, li gundê Lodê yê navçeya Dihê ya Sêrtê spartin axê

Dema ku Ozbey şehîd bû, ji malbata wê re agahî hat şandin û malbata şehîdê jî mînakên DNA’yê dan. Cenazeyê Ozbeyê bêyî ku malbat were agahdarkirin, li Colemêrgê hat veşartin. Di 29’ê mijdarê de Midûriyeta Polîsan a Colemêrgê, malbata Ozbey geriya û destnîşan kir ku cenazeyê Ozbeyê li Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Stenbolê ye. Malbat duh çû Stenbolê û ATK’ê cenazeyê Ozbeyê di nava nîv torbeyê cenazeyan de teslîmî malbatê kir.

Cenazeyê Ozbeyê ji hêla malbatê ve li gundê Lodê yê Dihê hat veşartin.