Çekdaran şagirtek revand

Li bajarê Laziqiyê yê perava Sûriyeyê şagirtek li pêşiya dibistanê ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.

Çekdaran şagirtek revand
8 cotmeh, 2025   14:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) şagirtê bi navê Mihemed Qeys Heyder (13) li Laziqiyê li pêşiya dibistana xwe ji aliyê komeke çekdar ve hat revandin.

SOHR’ê da zanîn ku Mihemed li taxa Meşrû 10’an a li ser rêya Şatai ya bajarê Laziqiyê, li pêşiya çavên xwendekaran û kesên derdorê  hat revandin, lê kesekî nediwêrî destwerdanê bike.

Li gorî şahidan, 4 çekdarên rûgitî di saetên rojê de Mihemed revandin û diyar kirin ku Mihemed hewl da xwe ji destê wan xilas bibe, lê nikarîbû. Şahidan dane zanîn ku çekaran Mihemed xistin erebeyê, piştre reviyan.

Şahidekî din destnîşan kir ku çekdar bi gefa çekê şêniyên derdorê tirsandin da ku destwerdanê li Mihemed nekin.

Hate diyarkirin ku ev bûyer tirsek di nava şêniyan de çêkir, nemaze ku  bûyerên revandina jin û ciwanan di mehên dawîn de zêde bûn.

Li gorî SOHR’ê, 4’ê Cotmehê jî li heman herêmê agahî ji zarokeke 14 salî qut bû û heya niha aqûbeta wê nayê zanîn.

(bb)