3543 qezayên trafîkê: 183 mirî

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê diyar kir ku ji destpêka îsal (2025) ve 3 hezar û 543 qezayên trafîkê çêbûne, di encamê de 183 kes mirine û hezar û 879 kes jî birîndar bûne. Her wiha destnîşan kir ku 568 hezar û 92 binpêkirin hatine tomarkirin.

3543 qezayên trafîkê: 183 mirî
3543 qezayên trafîkê: 183 mirî
3543 qezayên trafîkê: 183 mirî
3543 qezayên trafîkê: 183 mirî
3543 qezayên trafîkê: 183 mirî
8 cotmeh, 2025   15:21
HESEKÊ

Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser qeza û binpêkirinên trafîkê yên ku ji destpêka îsal ve li herêmê çêbûne, daxuyaniyek çapemeniyê da.

Daxuyanî li pêşiya avahiya Dibistana Fêrkirina Ajokariyê ya Şehîd Ciwan a li bajarê Hesekê hate dayîn. Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê Eymen Îbrahîm bi zimanê erebî û endama dîwana Rêveberiya Gişt ya Trafîkê Eyşe Elî bi zimanê kurdî daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ji bo parastina ewlehiya rêyan û silametiyan şêniyan xebateke mezin dimeşîne, lê ji ber bêxemî û pêkneanîna rêgezên trafîkê diyardeyên neyinî û xetere çêdibin.

Di daxuyaniyê de  hate got, qanûn dê di ser her kesî re bimîne û ewlehiya trafîkê ne vebijêrek e, lê erkekî welatparêzî û mirovî ye.

Li gorî daxuyaniyê, ji desptêka îsal ve, 568 hezar û 92 binpêkirinên trafîkê hatine kirin. Hate diyarkirin ku ev binpêkirin girêdayî ajotina bi lez, nepanbdîbûna bi nîşaneyên trafîkê, ajotina bêxurst, rawestandina bê serûber a erebeyan û bikaranîna telefonan di dema ajotinê de ne. Hate gotin, li dijî kesên ku binpêkirin pêk anîne ceza hatin birîn.

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dibistanên fêrkirina ajokariyê 45 hezar û 886 ruxest dane kesên ku di perwerdeyên teorîk û pratîkî yên ajotinê bi ser ketine.

Di daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku "ji destpêka îsal ve 3 hezar û 543 qezayên trafîkê çêbûne, ji wan 812 sivik in, hezar û 673 navîn in û hezar û 58 jî giran bûn, di encama van qezayan de 183 kes mirine û hezar û 879 kes birîndar bûne."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, sedema piraniya van qezayan leza zêde, bikaranîna telefonan di dema ajotinê de ye û  westandina di dema ajotina bi şevê de ne.

Hate destnîşankirin ku Rêveberiya Giştî ya Trafîkê gelek çira û camên neyinî yên erebeyan yên ku bandorên xetere çêdikin desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku  armanca wan a sereke parastina şêniyan û ewlehiya rêyan e û hate gotin, dê demên bê de biryarên hişktir li hemberî kesên ku pabendî qanûnên trafîkê nebin, bide.

Piştî xwendina daxuyaniyê alav, çira û camên hatine desteserkirinê hatin tunekirin.

(bb)

ANHA