Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî

Cotkarên berhemên derman û bêhnxweş li Rojava, bi taybetî cotkarên ku kemûn çandine, îsal bi saya barana zêde, geşbîn in. Lêbelê, li gel vê geşbîniyê fikarên li ser guherînên avhewayê jî hene. Cotkar bi demsalek hesas re rû bi rû ne ku çavdêriya ji nêz ve û pêkanîna rêbazên pêşîlêgirtin û rêveberiya çandiniyê yên bi bandor hewce dike da ku berhemeke serketî çêbibe.

Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
Çandiniyên derman û bêhnxweş .. Demsalek çandiniyê ya bi hêvî
10 gulan, 2026   04:20
QAMIŞLO
EHMED SEMÎR

Berhemên derman û bêhnxweş, bi taybetî Kemûn, di nav berhemên herî berbiçav ên ku li herêmê têne çandin de ne û ji bo gelek malbatan çavkaniyek dahatê ye, ji bo gelek cotkaran bûye hilbijartinek stratejîk. 

KEMÛN JI BO COTKARAN BERHEMEKE STRATEJÎK E

Li gorî agahiyên ku ji Komîteya Aborî, Çandinî û Ajaldariyê ya Cizîrê hatine wergirtin, qada avdanê ya  ji bo çandina berhemên dermanî û bêhnxweş li herêma Cizîrê ji bo demsala çandiniyê ya 2025/2026`an gihîştiye nêzîkî 87 hezar û 96 donim.

Li gelek qada berferh ya van berheman jî, lê çandina Kemûnê di nav berhemên bêhnxweş de weke projeyek xeter tê hesibandin li ba cotkaran, serkeftina wê bi rewşên avhewayê yên rast û guherînên nepêşbînîkirî ve girêdayî ye. Li aliyekî barana zêde hêviyê cotkaran zêde kiriye, lê li aiyê din  şilbûna zêde dikare bibe sedema nexweşiyan biafirîne de, cotkar bi pirsgirêkek rastîn re rû bi rû ne ku pisporî û çavdêriya domdar hewce dike da ku berhemek li gorî lêçûn û westana wan bi dest bixin.

ÇANDINIYA BERHEMÊN BÊHNXWEŞ LI HERÊMÊ BERFIREH DIBE

Li gundê Girê Soyir, ku li kêleka rêya navneteweyî ya rojhilatê Qamişloyê ye, cotkarê bi navê Cabir El Beşo îsal 210 donim Kizbera çandiye. El Beşo got, "Çandina Kizbera bi giştî di 10ê Kanûnê de dest pê dike, lê ji ber barana zêde ya îsal, çandin heta 1`ê Çileyê hate paşxistin."

El Beşo destnîşan kir ku her donimek nêzîkî 3.5 kîlogram tov hewce dike. El Beşo ev lê zêde kir, "Kizbere çandiniyeke ku ji rojê hez dike. Ger hewa germ û hişk bûya, dê bilindahiya giyayê wê bigihîşta 40 santîmetreyan. Lêbelê, ji ber sermayê, mezinbûna wan dereng ket û piçûk ma."

Li gorî El Beşo, berhema her dunamek Kizbera nêzîkî 50 kîlogram e, û ew hêvî dike ku hilberîna îsal du qat zêde bibe, û berhemeke zêde tê payîn.

Endezyarê çandiniyê Azad Ouso rewşa heyî ya çandiniyên derman û bêhnxweş ên li herêmê nirxand û li ser rêbazên semadkirinê û pêşîlêgirtina nexweşiyan yên ku bandor li çandiniyan kirine hin şîret dan cotkaran.

Oso got, "Berhemên derman û bêhnxweş ên wekî Kemûn, Reşreşk, Kizbera û Yenesûnê di nav çandiniyên herî girîng ên li bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ne. Di salên dawî de ji ber ku sûda wan a borî zêde ye, û ji bo çandiniya bejî guncaw in, ev cure çandiniyê pir berfereh bûye. Ev çandin piştî genim di plana çandina zivistanê de di nav komên çandiniyê yên herî girîng de têne hesibandin, ku girîngiya wan a stratejîk li herêmê nîşan dide. "

Îsal zehmetiyên çandina berhemên derman û bêhnxweş çi ne?  

Oso bal kişand ser pirsgirêk û zehmetiyên herî girîng ên ku îsal li pêşiya berhemên derman û bêhnxweş in û got, "Tevî demsala bi baran jî, lê hin zehmetî derketine holê, wekî nexweşiyên ku ji ber şilbûna zêde û germahiya kêm derketine, bi taybetî li hin zeviyên Komûn û Reşreşkê."

Oso destnîşan kir ku tevî barana zêde jî, guherînên avhewayê bûye sedeme rîskê ya domdar, ku di salên berê de ji bo cotkaran bûye sedema windahiyan, bi taybet bi destpêkirina bahozên teyrokê re, ku li hin deveran, bi taybetî li Amûdê û Derbasiyê, zirar da berhemên Kemûn û Reşreşkê.

RÊBAZÊN PÊŞÎGIRTIN

Ji bo pêşîgirtina li nexweşiyan, endezyarê çandiniyê Azad Oso hinek şîret û rêbaz ji bo cotkaran pêşkêş kir û got, "Li gorî van şert û mercan, cotkar berî ku nexweşî xuya bibe, divê pêşî li wan bigire û dema ku nîşanên nexweşiyê xuya bûn, dermanên kêzikan ên bi kar bînin, di heman demê de divê cotkar zanînê xwe yê çandiniyê di derbarê rêbazên avdanê de jî zêde dikin."

Oso di dawiyê de ji cotkaran xwest ku ku bi rêkûpêk zeviyên xwe kontrol bikin, heke ew lekeyên zer an ziwabûnê li ser şitlan bibînin, zû destwerdanê bikin, û bi endezyarên çandiniyê re şêwir bikin ji bo destnîşankirina nexweşiyê û naskirina dermanê guncaw.

(k)

ANHA