Panoramaya Hefteyê: Li Sûriyeyê pirsgirêkên navxweyî û nîşanên qonaxeke nû li Îranê

Medyaya Erebî nivîsî ku Sûriyeyê di qonaxeke hesas re derbas dibe ji ber ku ew hewl dide aramiyê xurt bike û saziyên dewletê ji nû ve ava bike, di nav pirsgirêkên navxweyî yên berdewam û bandorên derveyî. Medyayê her wiha behsa rawestandina "Projeya Azadiyê" ya Amerîkayê kir

Panoramaya Hefteyê: Li Sûriyeyê pirsgirêkên navxweyî û nîşanên qonaxeke nû li Îranê
10 gulan, 2026   07:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Medyaya Erebî ya hefteya borî li ser pêşketinên li Îranê û gavên rêveberiya Trump ber bi, rewşa Sûriyeyê û tevliheviyên wê yên navxweyî nivîsî.

SÛRIYE XWE DÛR DIXE: NE SERDEST Û NE BINDEST?

Malpera "Asas Media" nivîsand ku Sûriye hewl dide ku cihê xwe li herêmê ji nû ve diyar bike, ji ber ku ew di dîrokê de, dewletek bihêz bû bandorê li derdora xwe dikir, lê di kêliyên qelsiyê de, ew dibe qadeke destwerdana biyanî.

Malperê destnîşan kir ku "Sûriyeya nû" li hevsengiyê digere, armanc dike ku ne hêzek serdest be û ne jî di bin bandora biyanî de be.

Ji aliyê herêmî ve, sînorên Sûriyeyê bi eşkereyî ne asê ne, li aliyê rojhilat rageşî bi komên girêdayî Heşda Şabî ve zêde dibin. Urdun êrişên li dijî torên qaçaxçîtiyê pêk tîne, û têkiliyên bi Lubnanê re hîn jî girêdayî aloziyên siyasî û ewlehiyê yên tevlihev e.

 ‘ÇIMA TRUMP ‘PROJEYA AZADIYÊ’ BERÎ KU DEST PÊ BIKE RAWESTAND?’

Rojnameya El Ereb destnîşan kir ku rawestandina ji nişka ve ya operasyona deryayî ya bi navê "Hêrsa Destanî" guhertineke stratejîk a potansiyel di nêzîkatiya Washingtonê ya li hember krîza li gel Tehranê de nîşan dide. Li gorî rojnameyê, rawestandina operasyonê ne encama paşvekişîna Îranê yan jî serkeftineke leşkerî ya diyarker bû, lê bêtir nêzîkî nirxandineke ji nû ve ya rewşê ji aliyê DYA’yê ve xuya dikir, nemaze her du alî qebûl nakin ku herêmê bikişînin nava şerekî berfireh.

Hate gotin, rêveberiya Trump gefên leşkerî bêtir wek kaxezeke dan û standinê bi kar anîne, rawestandina operasyona deryayî jî bi awayekî neyekser nîşan dide ku vebijêrka leşkerî di vê qonaxê de gihaştiye sînorên xwe yên taktîk.

Rojnameyê bal kişand ser rola navbeynkarên herêmî, bi taybetî Pakistanê û da zanîn navbeynkaran kanalên dan û standinên nerasterast vekirî hiştine, di heman demê de zextên aborî û navneteweyî yên têkildarî ewlehiya enerjiya gerdûnî û aramiya bihayê petrolê nemaze ji ber hesasiyeta li Hurmuzê li hember bazarên gerdûnî û pozîsyona Çînê wekî hawirdekera herî mezin a petrola Îranê, dewam dikin.

NÎŞANÊN QONAXEK NÛ LI ÎRANÊ

Rojnameya El Bayan a Îmaratê diyar kir ku Îran dê venegere rewşa xwe ya berê û da zanîn ku "awayê bidawîbûna pevçûnê dê taybetmendiyên bingehîn ên Îrana nû diyar bike."

Rojnameyê destnîşan kir ku şerê dawîn encamên wê çi dibin bila bibin, rastiyek cûda afirandiye ku êdî vegerandina statuya berî 28`ê Sibatê pir dijwar e.

Li gorî rojnameyê, Îran dikare bi du rêyên nakok re rû bi rû bimîne: an veguherîna bo dewletek normal bi têkiliyên cîrantiyê yên baş re, an jî hîn jî bêtir ber bi tundrewî û tecrîdê ve biçe.