ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ

Mamoste û xwendekarên bajarê Hesekê û Serêkaniyê diyar kir ku divê zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bê fermîkirin û got "Zimanê Kurdî nasnameya me ye."

ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
ˋZimanê Kurdî nasnameya me yeˊ
10 gulan, 2026   03:30
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Mamosteyên brananşa zimanê Kurdî û xwendekarên ji Hesekê û Serêkaniyê xwest zimanê Kurdî di destûra Sûriryeyê de were naskirin û bawernameyên wan a bi zimanê Kurdî were pejirandin.

Girêdayî mijarê, mamoste Samiya Xelîl bi boneya nêzîkbûna Roja Zimanê Kurdî, ku dikeve 15ˊê Gulanê, ev roj li tevahî gelê Kurd pîroz kir.

Samiya diyar kir ku zimanê Kurdî xwedî gelek zaraveyan e, di dilê bav û dayikan de hesretek bû û got:  "Hesreta dilê bav û dayikên me bû ku em bi zimanê Kurdî bixwînin û binivisînin. Ji ber ku desthildaran ev yek qedexe kiribûn. Lê bi Şoreşa Rojava re me destkeftiyên herî mezin bi dest xistin. Şoreşê zimanê Kurdî vejand. Divê di destûra Sûriyeyê de bi fermî bê qebûlkirin û naskirin."

Samiya destnîşan kir ku mirov bi zimanê xwe tê naskirin û ev li axaftina xwe zêde kir: "Dar li ser koka xwe ye û mirov jî li ser zimanê xwe ye."

Samiya di dawiyê de got: "Ev 14 sal e em mamoste ne. Divê bawernameyên me yên dibistan û zanîngehan ên zimanê Kurdî werin pejirandin. Em ê her rojê bikin 15ˊê Gulanê."

Mamoste Ruheyv Ebdo jî got: "Divê zimanê Kurdî di destûra Sûriyeyê ya nû de, bi fermî bê qebûlkirin. Mafê her neteweyekê ye ku bi zimanê xwe yê dayikê bixwîne û biaxive. Ev maf jî ji mafê gelê Kurd e. Em ê her di dibistan û zanîngehên xwe de bi Kurdî bixwînin û binivisînin. Em hefteyê 2 rojan dersen ziman qebûl nakin. Mafê me ye her zarok û xwendekarên me bi Kurdî perwerdeyên xwe bibînin."

Xwendekara ji Serêkaniyê Ceylan Fermo ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve li dibistana bajarê Hesekê dixwîne. Ceylanê wiha got: "Ji sala 2019`an ve min gelek zehmetî dîtin, lê belê min terka xwendina xwe ya bi zimanê Kurdî nekir. Her daxwaza min xwendina bi zimanê Kurdî bû. Zimanê Kurdî divê di destûrê de bê qebûlkirin û misogerkirin. Ziman hebûn, nasname, çand û sinca me ye. Ev yek ji mafê me ye ku em bi Kurdî bixwînin."

Xwendekara bi navê Şêrîn Hisên jî anî ziman ku ev 12 sal e bi zimanê Kurdî dixwîne û wiha got: "Hesreta dîtina dayîk û bavên me bûn ku zarokên wan bi zimanê Kurdî bixwînin. Mafê her neteweyekê ye ku bi zimanê xwe bixwîne. Ev yek jî ji mafê me ye ku em bi zimanê xwe bixwînin. Ziman nasnameya mirov e. Daxwaza me zimanê me bê fermîkirin."

(fr)

ANHA